Cîhan

Rusya : Divê navbera Hewlêr û Bexdayê de diyalog hebê

Rusya di derbarêpirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de helwesta xwe eşkere kir. Di civîna hefteyî ya wezereta derve ya Rusyayê de berdevka wezeretê Maria zakharova behsa rewşa Kurdistan û Iraqê kir.zakharova da xûyakirin ku nabê bi şer pirsgirêk bêne çareserkirin , divê diyalog hebe da ky pirsgirêkên navxweyî bêne çareserkirin.Liser pirsekî Maria bersiva xwe de got: Em her di vê derbarê de heman tiştê dibêjin. Em naxwazin pirsgirêk bi şer bêne çareserkirin.Lê mixabin car cara şer derdikeve. Divê hemû pirsgirêk bi awayek aşitiyane werin çareserkirin.Divê li Iraqê diyalogek navxweyî çêbibe. Li ser vê yekê jî me bangî Bexdayî bi teybetî kiriye.

Back to top button