Li Katalonya serxwebûnxwaz serkevtin
Li Katalonyayê di hilbijartinên parlementoyê de aliyên ku serxwebûna Katalonya dixwestin serkevtin.Li Katalonyayê 1ê Cotmehê referandûma serxwebûnê pêk hatibû û di wê referandûmê de jî serxwebûnxwaz ser ketibûn. Lê hukumeta Ispanyayê ev yek qebûl nekirîbû. Hukumetê gelek berpirsên hukumeta Katalonya girtin û li dijêwan doz veki. Serokê Katalonya û hinek berpirsên hukumî xwe dan aliyekî û çûn Belçîkayê.


