Civak

Hêza hatiye Silêmaniyê ji bo parastina ewlehiya welatiyan e

Serokê Encûmena Serkirdatiya Silêmanî û Helebce yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî diyar kir ku hêza ji bo Silêmaniyê hatiye şandin ji bo aramî û parastina xelkê ye.Serokê Encûmena Serkirdatiya Silêmanî û Helebce yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, hêza Zêrevanî ya ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji bo Silêmaniyê hatiye şandin, ji bo alîkariya hêza hikûmî ya li Silêmaniyê bike û ewlehiya wê parêzgehê biparêze û ne tenê ji bo parastina baregehên partiyan e. Edhem Barzanî herwiha got, tund û tûjî cihê navûdengiya Silêmaniyê û sînorê wî hilnaweşîne.Edhem Barzanî wiha axivî: “Hêza ku hatiye wê parêzgehê, ne tenê ji bo parastina baregehên partiyan e, lê ji bo ewlehî û aramiyê xelkê hatiye û li hemberî her hêzekê radiwest e ku bixwaze ewlehî û aramiya Silêmaniyê têk bide. Her aliyek biryara derketina ji hikûmetê bide, mafê xwe ye, lê bi merca ne li ser hesabê xelkê û berjewendiyên xelkê be. Her guleyek ji pişt xwepêşandanan bê, ew tê wateyê ku destekî ajawekar heye bo têkdana aramiyê.” 

Back to top button