Polîtîk

Cîgirê serokwezîr li Silêmaniyê dimîne

Li gora nûçeya Tora medya Rûdawê, sekreterê Rojnamevaniyê yê Cigîrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî ragihand, heta ku rewşa Silêmaniyê asayî bibe, Qubad Talebanî dê li wî bajarî bimîne.Semîr Hewramî ku sekreterê rojnamevaniyê yê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ye ji Rûdawê re diyar kir: “Heta ku rewşa Silêmaniyê asayî bibe, Qubad Talebanî dê li bajarê Silêmaniyê bimîne.”Hewramî herwiha aşkere kir: “Roja pêncşemê bi serperiştiya wî, du civînên ewlehiyê li avahiyên parêzgeh û qayimeqamiya Silêmaniyê hatin kirin û li gel parêzgarê Silêmaniyê û rayedarên ewlehiyê yên parêzgehê hatin ba hev û rêkarên pêwîst ji hêzên ewlehiyê re hatin dayîn, da ku jib o rewşa Silêmaniyê bi temamî asayî bibe û alozî di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de rûnede bixebitin.”Li ser wê mijarê ku Qubad Talebanî beşdarî civîna Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê ya îro nebû, Semîr Hewramî aşkere kir: “Ji ber vê rewşa taybet a ku li Silêmaniyê derketiye holê, Cîgirê Serokwezîr hate Silêmaniyê û heta ku rewşa Silêmaniyê asayî bibe, dê li bajarê Silêmaniyê bimîne.”Ji roja 18ê vê mehê ve li hin bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî sînorê parêzgeha Silêmaniyê xwepêşandan têne kirin û herwiha xwepêşanderan li hin deveran baregehên hikûmî û partiyan şewitandin. Li navçeya Raniyeyê di aloziya xwepêşandanan de 2 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 80 kes jî birîndar bûn.

Back to top button