Cîhan

Al-axbar: Niha baştirîn derfete Ebadî Kurdistanê bike du îdare

Rojnameya Exbar ku ji aliyê Hizbulah ya Libnanî ve tê weşandin, roja 20.12.2017ê di raporeke xwe behsa bûyerên devera Silêmaniyê û ew xwepîşandanên van rojan li wê deverê çêbûn dike û dibêje ku derfetek baş ji Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê re hatiye ku pilana xwe ya ji bo dabeşkirina Herêma Kudistanê bi ser du îdareyan de bi cî bike.Rojnama navborî nivîsiye ku berpirsekî kurd jê re gotiye ku niha dema wê ye serokê Partiya Demokrata Kurdistanê di warê siyasî de bê dûrpêç kirin û herêma Kurdistanê jî bibe du îdare; Silêmaniyê û Hewlêrê.Rojnameya Exbar ya Hizbulaha libnanî dibêje ku nexûşeya Herêma Kurdistanê tê veraskirin û danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê berhem nabe û texîr dibin, niha ji bo Ebadî firsete acandaya xwe li Herêma Kurdistanê bicî bike û wê herêmê bi ser du îdareyan de; îdareya Silêmaniyê û îdareya Hewlêrê.

Back to top button