Peyama serokwezîr ji bo xwepîşanderan
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di peyamekê de daxwazê ji xwepîşanderan dike ku aşitî û aramiyê biparêzin, xwe ji bikaranîna şidet û tundûtîjiyê dûr bixin û bi aşitî daxwaza mafên xwe bikin.Serokwezîr dibêje ku, Herêma Kurdistanê di rewşeke dijwar de derbas dibe û hêşta gelek metirsî li ser gelê Kurdistanê hene. Teksta peyama serokwezîr:Peyama min ji bo xwepîşanderanHerêma me di rewşeke dijwar û metirsîdar de derbas dibe. Ez daxwazên we fêm dikim û bi we re hevzos im. Daxwazkirina mafan bi aşitî mafekî şeriî û demokartîk e. Lê belê bikaranîna tundûtîjiyê bi tu awayî nayê pesind kirin. Ez daxwazê ji we dikim bi aşitiyane daxwaza mafên xwe bikin.Divê ew yek jî ji bîra me neçe ku em hêşta di herêmeke tijî tundûtîjî û neîstîqrar de dijîn û her duhî Pêşmergeyên me rûbirûyê êrîşeke din ya terorîstên DAÎŞ bûn. Em niha haydarî tevgerên hêzên îraqî li Mexmurê ne ku ev jî cîyê nerehetiyê ye. Em hîngê bihêz dibin dema em yekrêz û yekgirtî bin. Ez xweragiriya we di vê rewşê de bilind dinirxînim û me rewşên xeraptir berê derbas kirine û ez di wê baweiyê de me ku em bi hev re vê rewşê jî derbas bikin û ber bi paşerojeke baştir gavan pavêj in.