Seredana mezinekî kurdan, Dr. Ismet Şerîf Wanlî
Seredana mezinekî Kurdan; Dr. Ismet Şerîf Wanlî
Derwêş M. Ferho
[email protected]
Di sala 1978 de bi avakirina rêxistina Têkoşer, Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Beljîka ku paş re bû bingehê saziya Enstituya Kurdî ya Brukselê, li ser vexwendinekê em du nûner çûne Lozan û beşdarî civînekê bûn. Li wira ji bo civînê, Dr. Ismet Şerîf Wanlî, Dr. Nureddîn Zaza, Hemreş Reşo, Memo Yetkin, Xelîl Sincarî, Ebdo Yillik, beşdar bûn. Dibe yek du kesên din jî hebûn ku nayên bîra min.
Mijar, daxwaza avakirina partiyeke nuh, bi navê Yekbûn bû! Di civînê de bi ferehî li ser vê mijarê hat axaftin, bîr û bawerî hatin minaqeşekirin. Ji sedema şert û mercan, bi baweriya ku partî li welêt ava dibin, bingehekî amade û xurt pêwîst e, roja din em vegeriyan Beljîka. Lê me soza berdewamiya peywendiyan û hevkariyê pejirand. Beşdarên din civîna xwe berdewam kir.
Nasîna mamosteyê mezin, Ismet Şerîf Wanlî, xwedî xîret û baweriyeke qewîn, zanayê hêja, wê rojê, eger baş were bîra min, payiza 1978 bû, dest pê kir. Peywendiyên me, ji wê rojê û paş de qet û qet qut nebûn. Her cara ku min ew dit, jê re hê zêdetir hurmeta min mezin bû. Bi rûmet, kultûr, ronakbîr, rênas û zana…
Di destpêka adara 2011 de tev çend hevalan me behsa Ismet Şerîf Wanlî kir. Yekî di nav axafina xwe de got ku Ismet Şerîf nexweş e. Min pirsî; “nexweşiya wî ji emrê mezin tê yan nexweşiyeke din e?” Wî got “hem emrê wî mezin e û hem jî nexweş e.”
Roja din yekemîn tiştê min kir telefona wî bû. Xanima wî rahişte telefonê û bi frensiziya xwe ya nazik bersiv da. Min li mamoste pirsî. Bi kurdî ya wî ya teybetî û frensizî axaftina me bihurt. Min li halê wî pirsî. Ji dengê wî xuya dikir ku ne pirr dilxweş e. Min jê re got ku di rojên pêş me de dixwazim wî ziyaret bikim. Zêde kêfa wî hat. Û di 21ê Adarê de ez ji bo dîtina wî çûme Swîsra.
Berî ez herim Swîsra min çûna xwe ji çend kesayetiyên beljîkî ku Dr. Ismet Şerîf Wanlî nas dikin re got. Senatorê berê û şahredar Willy Kuijpers, Dr. Karel Ringoet, parlementerên kevn Jaak Vandemeulebroucke û Nelly Maes! Pirr kêfa wan hat. Tevan bi dilekî germ silavên xwe jê re digot. Wan û gelek kesên din di siyaseta Beljîka de, di dema xwe de Dr. Iset Şerîf Wanlî naskirine. Zêde zêde hez jê kirine û wî merivekî qedirbilind dibînin.
Çawa Dr. Ismet Şerîf li Beljîka bû ye mêhvan?
Di 2ê Adara 1975 de, Dr. Ismet Şerîf Wanlî, li ser vexwendina siyamsetmedarên Flaman beşdarî kongreya VUJO li Sint-Niklaas bû ye. Mijara kongrê “Merivên azad û gelên serbixwe ber bi aştiya cîhanê ve”. Dr. Ismet Şerîf Wanlî li wira li ser pirsgirêka kurdan axaftiye. Û ew ketiye dilê beşdaran. zêde hez jê kirine.
Willy Kuijpers ji bo wan rojan weha dibêje: “em Flaman di nava tevgereke xurt de dijiyan. Li parlemento, xwendgehan, her kuçe û meydanan di nava çalakiyan de bûn. Me dixwest, heta niha jî ev daxwaz berdewam e, herêma xwe ji serdestiya Frensizan azad bikin. Ji bo pirraniya daxwazên me em bi ser ketin. Kurd jî ji bo mafên xwe têkoşîneke dijwar didin. Bê goman şert û mercên kurdan girantir in. Kurd mecbûr man rahijine çek û şerrê çekdarî bikin. Ne pêwîst e em herin kevne-dîroka kurdan. Ji dema xwe em mînak bidin. Tevgera azadîxwaza di bin serokatiya Mustafa Barzanî de bi hemû hêza xwe berdewam bû. Rejîma Iraqê di hember kurdan de dijwar bû. Dijminên gelê we bi hêz û xwedî dost bûn. “Dostên” we ne durust bûn. Ne YDA, ne Îran, ne welatek ji Rojhilata Navîn, ne Sovyeta berê û ne jî welatek ji Ewropa, kes bi durustî hevalê we nebû.” Dev biken dibêjê; “heta niha jî nînin, lê mijara axaftina me ne ev e. Her kes li pey berjewendiyên xwe digeriya û hun di nav piyan de diperçiqîn. Di vê demê de û bi van gomanan me kongreya xwe amade dikir. Wê demê rehmetiyê Maurits Coppieters xwedî gotin bû di nava partiya me Volksunie de. M. Coppieters, ez, Nelly Maes, Dr. Karel Ringoet, Jaak Vandemeulebroucke û çend kesên din li hev civiyan û me biryar da ku berpirsiyarekî kurdan vexwendî kongreya xwe bikin. Dr. Ismet Şerîf, nûnerê Mustafa Barzanî di we demê de, hate vexwendin. Dr. Ismet Şerîf li Swîsra dima, berpirsiyarê Tevgera Azadfîxwaza Kurdan li Iraqê bû. Me hatina Dr. Ismet Şerîf pêwîstiyek dît. Vexwendina me qebûl kir û hat. Wê demê, eger ez ne şaş bim yan doktora xwe qedandibû, yan jî li ber qedandinê bû. Mijara doktora wî “Pirsgirêka Kurdistana Iraqê û hesta millî” bû (Le Kurdistan Irakien, entité nationale, etude de la revoliution de 1961). Pirtûka xwe bi wî navî ji bo weşanê jî amade dikir. Çend rojan li mala me mêhvan bû. Gelekî merivekî xwende, bi kultûr û zana bû. Te digot ev kes di nava malbateke melîkiyetê de terbiya xwe stendiye û mezin bûye. Lê pirr cixare dikşand. Hewqasî dikşand ku em jî ji duyê cixarên wî têr nîkotîn dibûn.” Bi van gotinan re jî dikene! “Hatina wî tesîreke mezin li beşdarên kongrê kir. Dostaniya me heta niha jî dewam dike. Lê mixabin, ji sedema emr, dûrbûn û karên zêde em nikarin hev bibînin.”
Min amadeyiya çûnê kir û di 21ê Adarê de çûme Swîsra. Bi vê minasebetê min hevalên li wira jî agahdar kir, ku em bi hevra herin ba wî. Bê goman, çûna me ya bi hevra rûmetdayineke mamostanê mezin bû. Bi nivîskarê hêja Mamoste Hesen Denîz, rojnamevan Aydin Dere û Hanefî Xoce re me berê xwe da mala Dr. Ismet Şerîf Wanlî.
Roja 23ê Adarê, paş nîvro em tev çûne mala mamoste. Hem ew, hem xanima wî pirr dilxweş bûn. Ji kêfa nizanîbûn çawa bikin. Mamoste bi temenê xwe yê 87 salî, mîna xortekî 25 salî diçû û dihat. Xanima wî, bi wê maqûliya xwe ji aliyekî li ber dilê mamoste diçû-dihat, ji aliyê din kêfxweşiya ji bo ziyareta me dida xuyakirin. Û dema me ji oda rûniştinê li derva dinêrî beşekî mezin ji Lozanê xuya dikir. Dîtina mamoste, sohbeta li wira û dîmenê li ber çav tev xweş bûn.
Di demeke minasib de min silavên dostên wî li Beljîka jê re got. Pirr kêfxweş bû. Bê goman behsa cixarê bû. Hînga xanima mamoste jî behsa pirrkêşana cixara mamoste kir. Wî bi henekî got “min berê çar pakêt, nuka bes pakêtek dikşînim. Ev jî pêşketineke, na?”
Mamostanê mezin Dr. Ismet Şerîf Wanlî, hê jî ji ber birîna xwe nikare baş biaxive. Dema nûnerê Tevgera Azadîxwaza Başûrê Kurdistan di bin serokatiya Barzanî de bû, ajan û qatilên rejîma Baas di mala wî de êrîşî wî kirin û demançe di serê wî de teqandin. Bi giranî birîndar bû. Lê xelas bû. Xelas bû, lê paş hewqas sal e nikare rehet biaxive. Ne pirr, lê carna zimanê wî ji sedema wê birînê giran û dijwar digere. Carna jî dialiqê.
Her dema ku ev yek tê bîra min ji xwe dipirsim. Vî merivî hewqas sal e, bi hemû derfet, zanabûn, tecrûbe, mal û cane xwe xizmeta gelê xwe dike. Di demeke xeterên mezin de bi cesaret nûnertiya Tevgera Azadiya Başûrê Kurdistan di bin serokatiya Barzaniyê nemir de rêve biriye. Ji bo vê yekê jî derba kuştinê lê ketiye û heta niha jî êşa vê derbê dikşîne. Gelo ev mezinê Kurd, xwedî rûmeteke mezin, xizmetkarê berjewendiyên gelê xwe, carek be jî hatiye bîra rayedarên Kurdistan? Eger hatibe bîra wan, ji çi sedemê rojek ji rojan ew ne vexwendine Kurdistana azad ku demekê nûnertiya wê li tevahiya Ewropa dikir?
Çend saetan, bi mamostanê hêja û xanima wî re me sohbet kir û xatirê xwe jê xwest. Lê bi soza ku ji îro û paş de hê zêdetir wî ziyaret bikin! Mamostanê 87 salî, ji nezaketa xwe, em bernedan heta em anîn ber autoya me. Dema me xatir jê xwest silvên xwe ji bo hevalên xwe li Flanderen-Beljîka ji bîr nekir.
Her hebî mamoste.