Cîhan

Graham: Eger Amerîka ji Îraqê derkeve, Îraq dibe dojeh

Senatorekî amerîkî di daxuyaniyeke xwe de bo CBS tekîd li ser wê yekê kir ku eger hêzên Amerîkayê ji Îraqê vekişin, dê Îraq bibe dojeh.
Siyasetmadarê Partiya Cimhurîy Lindsey Olin Graham  ku ji sala 2003ê were senator e, di daxuyanuekê de got ku pêwîste Amerîka herî kêm 10-12 hezar leşkerên xwe bo sala 2012ê li Îraqê bihêle û got:

– Divê Amerîka Îraqê razî bike ku herî kêm 10.12 hezar serbazên amerîkî bo sala 2012ê li Îraqê bimîn in. Eger Amerîka hemû hezên xwe ji îraqê vekêşe hînge amerîka nexşeya şikestina xwe ya li Îraqê amade dike, û Îraq jî dibe cehnem.
 
Li gor baweriya sanator Graham, ji bo pêşîgirtina li destêwerdana Îranê di karûbarên navxweyî yên  İraqê de, rizgarkirina Îraqê ji bin bandora xiraba serdema Baasê, pêşîgirtina li têkçûna aborîya Îraqê û rê li pêşiya berfirehbûna gendeliya sîstema siyasî bigre, pêwîste Amerîka beşek ji hêzên xwe li İraqê bicî bihêle

Back to top button