Polîtîk

PDK û YNKê li ser pênc xalan li hember Îraqê li hev kir

Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekêtiya Niştimaniay Kurdistanê, bi ser periştiya Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê û bi amadebûna Fuad Mesûm serokomarê Îraqê li havîngeha Dukanê ser biu wîlayeta Helêrê civiyan û evdaxuyaniya li jêr weşand ku tê de li ser pênc xalan lihev kiriye:Li roja 15.10.2017ê li Dukanê, li baregayî havîngeha serok Mam Celal civîna hevbeşa polîtbûroya Yekêtiya Niştimnaiya Kurdistanê û ya Partiya Demokrata Kurdistanê hat saz kirin û rewşa Îraqê, herêmî û Kurdistanê di civînê de hat nirxandin û civîn gihişt vê encamê:1- Civînê tekîd li ser yekrêziya gelê me û hêzên siyasîyên Kurdistanê kir ku di vê qonaxê de mijûlî bicîkirna erkên xwe yên hevbeş in.2- Civînê îsrara xwe li ser çareserkirina tev pirsgirêkan bi diyaloga bêşert, berprisyrane û avaker di navbera Hewlêr û Bexdayê de radigehîne.3- Hêzên siyaysiyên Kurdistanê niha jî ji bo diyaloga bêşert, avaker û vakerî li ser bingeha berjewendiyên Hewlêr û Bexdayê encamp bidin.4- Civîn di berjewendiya hemû aliyan de dizane ku aliyên siyasiyên sereke yên Îraq û Kurdistanê beşdarî danûstandinên anvebra Hewlêr û Bexdayê bikin û aliyên navdewwletî jî çavdêriya pirosesê bikin.5- Li ser pirsgirêkên leşkerî û emnî li deverên derveyî Herêma Kurdistanê, yan her devereke din, hemû destêwerdanên leşkerî yan komkirina hêzê û gefkirinê, ji bilî metirsiyên li ser têkeliyên Hewlêr û Bexdayê ji bo xebatên rastgoyane yên ji bona çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan tehlokeye, herwesa binpêkirina yasayên biyrar li ser hatiye dan e ku hêzên çekdarên Îraqê ji bo yekalîkirina pirsgirêkn siyasiyên navxweyî bê bikaranîn.Li dawiyê silavan ji bo pêşmergeyên mêrxas dinêrîn ku di şerî dijî DAÎŞê de pênaseya parastina azadiya cîhanî wergirt, niha jî di çeperên pêşiyên de armancên me diparêz in.Partiya Demokrata KurdistanYekêtiya Niştimaniya Kurdistanê

Back to top button