Nivîsar

Çekên atomê yên kurdî

 Bawerê OmerîJi çerxên berê ve zanyar û lêkolînvanan li razekên hebûna bûjenan digeriyan, pir xwendin û lêkolîn li ser hêza zindîloka, av, agir, tîrêjên rojê, ba û xakê dikirin, ta ku di destpêka sedsala bîstan de bombeya atomê ya malwêran û pir hestiyar diyarî mirovatiyê kirin.Ev bombeya wêrankirinê, gelek rengên wê hene, mirov dikare wê di rêka balafirên cengî û tang û topan de jî bavêje dost û heval û dijminên xwe.Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê du bombe ji van li welatê Japonyayê bikar anîne, bi yek bombeyê pirtir ji sed hezar kesî tev lawir û xwezayê hatine qirkirin, sed hezarên din jî birîndar û windayî hiştin, hişk û ter hemû şewitandin, bajarên Naxazakî û Hîroşîma bi zemînê ve rast kirin.Bi wê êrîşa bê dilovanî re, dawî li şerê cîhanê yê duwem anîn.Gelek ji berpirsên rêzanî û leşkerî yên Emerîkayê di derbarê bikaranîna wan bombeyên atomê de weha digotin:”Ku me ew bombe bikar ne aniya, wê şer dirêjtir û dijwartir biba, wê bi dehê miliyonan mirov bihatana kuştin, ango me karekî pir baş kir, ku me bi wan herdû bombeyan dikarîbû ziyanên mezin kêmtir bikin û wî şerî rawestînin”.Ji wê çaxê û ta roja îro, gelek dewletan ev çekên mîna dêwê sê serî çêkirine, her çend salekê bi hêza xwe û wê bombeyê fort û gefan li heval û dost û neyarên xwe dikin.Vêca kengî Kurda ev çekên pir hestiyar çêkirine?Dîrokê şanî me daye, ji çaxê Kurd li ser vê zemînê hatine aferandin, bombeya xwe jî wê çaxê çêkirine, navê Kurda bombeyek bû, navê Kurdistanê bombeyek bû, sînorên Kurdistanê bombeyek bûn, giranbûna van hersêbombeyan ji tirilyonek kîlogiram jî girantir bû, ji ber wê giranbûnê jî hemû dewletên li vê cîhanê jê bi tirs in.Ji bilî wan hersê bombeyan, miletê Kurd bombeyên atomê yên cûr bi cûr jî sazkirine, ji wan bombeyên bi çûk, yên ku giranbûna wan tenê milyarek kîlogiram e ew jî ev in: Navên keleh, gund, bajar, deşt, çiya, ezman, newal, çem û golên li Kurdistanê ne, ji ber tirsa vê atomê, neyarên miletê Kurd ev nav hemû guhertine, û navên farisî, erebî û tirkî li van şûnwarên kurda kirine.Çend bombeyên din jî hene, ku ew bi xwe yên herî mezin in, ew jî ev in: Ziman, çand, huner, şahî, cejn, Nûroz, kelepûr, al û cilûbergên kurdî ne.Neyarên miletê Kurd ji tirsa van bombeyan nema xewa wan têt, bi şev şevpestan di xewnên xwe de dibînin, ji ber wê tirsê hemû çanda kurdî qedexe kirine, wan çanda farisî, erebî û tirkî kirine şûna ya kurdî de.Van bombeyên atomê yên kurdî, hestyariyeke pir mezin li ser ewlehiya netewî ya Faris, Ereb û Tirkan û hinek miletên din kiribûn, jiyana van neteweyan ber bi wêrankirin û qirkirin û tunebûnê de biribûn.Ji lewra rûpelên pirtûkên dîrokî şanî me dide, dema Farisan bihîstin, ku Kurda bombeyên atomê sazkirine, û ew fort û gefan li miletên cîhanê dikin, dev ji welatê xwe, yê ku dikeve başûrê rojhilatî Kurdistanê de berdan û hatin Kurdistan dagîr kirin, û dawî destêd xwe danîn ser Kurdistana rojhilat, û bi alîkariya dewleta Birîtaniya û Firensa û hinek dewletên din, dewleta Eyranê ji wan re damezirandin.Heçî Ereb bûn, li Yemen û Erebistanê bûn, dema wan bihîstin, ku Kurda bombeyên atomê sazkirine, û ew fort û gefan li miletên cîhanê dikin, ji aliyên xwe ve hatin Kurdistan dagîr kirin, û dawî destêd xwe danîn ser Kurdistana başûr û başûrê rojava, û bi alîkariyadewleta Birîtaniya û Firensa û hin dewletên din, dewleta Iraq û Sûriya ji wan re damezirandin.Dema Tirk li nava beja Asiyayê bûn û bihîstin, ku Kurda bombeyên atomê sazkirine, gelekî li ser ewlehiya xwe ya netewî tirsiyan, ji lewra wan jî xwe amadekirin û berên xwe ji wan cîhên dûr dane Kurdistanê û dagîr kirin, wan jî destêd xwe danîn ser Kurdistana bakur, û bi alîkariya dewleta Birîtaniya û Firensa û hin dewletên din, dewleta Tirkiyê ji wan re damezirandin.Berpirsên van her çar dewletan, dema dibhîzin, ku mirovekî kurd navekî kurdî li firoşgeha xwe kiriye, ya dema zarokek ji malbateke kurd re çêdibe û navê wê / wî kirine, Gulistan yan jî Şêrgo, wê çaxê bilez her çar dewlet dighên hev û di civatên xwe de pilanan datînin, ji cîhanê re didin xuyanîkirin, ku Kurda bombeyeke din sazkirine, ewlehiya me ketiye hestiyariyekê de, werin alî me bikin! Me ji çekên atomê yên Kurda rizgar bikin!.Dema miletê Kurd dixwaze ji bin dagîrkirina van dewletan serbixwe bibe, xaka xwe ji wan rizgar bike, ev her çar dewlet û hinek nandoz bi wan re, kirasên xwe diçirînin, û debara wan nema ji forta bombeya atomê ya kurdî dibe.Dema Kurd bi çekên xwe yên atomî xwe gelekî bi hêz dikin, û xwe dibînin yên pêşî di çêkirin û sazkirina alavên Internêt, tirimbêl, balafir, moşek, gemî, şehmendîfer, wêneguhêz, dezgehên tendirustiyê û lêkolînên zanistî û çandî de, û xwe amade dikin, ku êrîşî ser stêrkan bikin. Helbet ev ne cihê dilxweşiya hemû dewletên li cîhanê ye, ji mafên van dewletan ne, ku li dijî van hêz û pilanên Kurda yê wêran û hestiyar û welatê wî Kurdistan rawestin, ji ber ku ev hêz ewlehiya van dewletan dixe nav hestiyariyeke dijwar û ne naskirî de.Dema miletê Kurd doza mafên xwe dike, dixwaze desthilatdariyê li welatê xwe bike û serxwebûna xweragihîne, wê çaxê bombeya xwe ya atomê ya herî mezin bikar tîne, ji lewra cîhan bi wê nûçeyê ser mest û gêj dibe.Li dijî wê hêvî û hewildana kurda, desthilatdarên tirk xwe davên bextê desthilatdarên eyran û iraq û sûriyayê.Ji aliyê xwe ve desthilatdarên eyranê xwe davêjin bextê tirk û iraq û sûriyayê.Ji xwe desthilatdarên li Iraq û Sûriyayê xwe davêjin bextê tirk û eyranê, partiyên regezperest û oldar jî, yên mîna Biraderên Misilmanan û yekîtiya zanyarên Misilmana û hinin din, li dijî van pirojeyên bombeya herî mezin ya kurda, her çar dewlet xwe dikin yek, û bi dewletên mezin re li cîhanê hemû dibin dost û heval û bira û kurên yek malê.Ev dewletên, ku berya niha hemiyan dijminatiya hevdû kirine û bi sedhezaran ji hev kuştine, li dijî doz û mafên û pirsa gelê kurd di şev û rojekê de dibin yek dest û xwedî yek nerîn û gelekî pev şîrîn dibin.Tiştê herî balkêş û kes nedî ew e, dema hêza emerîkî ya ezmanî bi bombeyên xwe yên atomê êrîşî Japonyayê kir, wê çaxê ne Ereb, ne Tirk, ne Faris, û ne jî hemû dewletê li cîhanê êrîşî wê nekirin, xuya ye van milet û dewletan wê çaxê ewlehiya xwe sipartibûn cihekî nenaskirî, li wir misoger kiribûn, û ti tirsa wan li ser wê nebû.Pirtir ji deh dewletan li cîhanê bombeyên wan yên atomê hene, bi wê fort û gefan li hev dikin, lê ne bi susreta bombeya atomê ya kurda ye.Berevajî hemû dewletên bi hêz û çek, belengazên Kurda hîn bi bombeya xwe ya atomê êrîşî ti kesî nekirine û fort li ti miletan nekirine, li nav ti miletan jî neteqandine, gelo çima evqas dewletên li cîhanê ji wan ditirsin?Di nerîna min de, ev milet û partî û rêxistin û kesên ji bombeya atomê ya kurda bi tirs in, gerek e bijîşkênderûnî wan yek bi yek di nexweşxaneyan de derman bikin, û ji wan re bibêjin, ku serxwebûna Kurdistanê ji ewlehî û tendirustiya we re dermanekî pir bi sûd û bandor e, ti ziyana wê jî naghêje welatê Yemenê, û Faris, û navenda Asyayê, ji bo ew tirs ji ser wan here û bes bi şev xewnên ne xweş û şevpestan bibî[email protected] 

Back to top button