Cîhan

Tirk nakevin axa Kurdistanê

Piştî civîna hukumeta Tirkiye berdevkê hukumetê Bekir Bozdag konferansek rojnemevanî de behsa biryarên hukumetê kir.Bozdag behsa helwesta Tirkiye derbarê referanduma Kurdistanê kir û got: Referandum ne rewaye û wek welat vê referandumê û encamên wê nasnakin.Bozdag da xûyakirin ku Tirkiye di derbarê referandumê de, Tirkiye, Îran û Iraq dê bi hevra hereket bikin .Bozdag behsa sekinandina weşanên Rudaw û Kurdistan 24 kir.Herweha behsa manewra leşkeri ya Tirkiye û Iraqê li devera Silopî kir.Bozdag li ser pirsekî got: “Hin şirove hene ku dibêjin artêşa Tirkiyê dê bikevin Bakurê Iraqê û hin deran, ev hemû şîrove ne, Tirkiye dê bi aqilekî dirist û bi aramî tevbigere.Bozdag da xûyakirin ku ewê li dijê Kurdistana Başûr gav bi gav tedbira bistînin.

Back to top button