Bakur pişgiriya referanduma serxwebûnê dike
BAKUR PIŞTGIRÎYA REFERANDÛMA SERXWEBÛNA BAŞÛR DIKEDi roja 25ê îlona 2017an de li Başûrê Kurdistanê dê referandûma serxwebûnê li dar bikeve.Weke alîyê bakurê Kurdistanê bêyî qeyd û şerd em piştgirîya dengê ‘’Êrê’’ yê referandûma serxwebûnê dikin.Em bangî gelê xwe yê li bakur, li Tirkîyeyê û li her çar alîyê cîhanê dijîn dikin: Ji bo piştgirî û serkeftina referandûma serxwebûnê em seferber bibin.Jinên ku bargiranên civata me ne, ciwanên ku pêşeroja me ne, em bangî we dikin.Esnafên me, karker, karsaz û berhemnêrên me; gelê me yê gundî û bajarî em bangî we dikin.Hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetîyên civata me, em bangî we dikin.Bi hemû etnîsîte, ol û mezheb û pêkhateyên xwe ve, em bangî gelê Kurdistanê dikin da ku em destê xwe bidine hevdu û piştgirîya referandûma serxwebûnê ya xuşk û birayên xwe yên Başûr bikin.Divê çi ji destê me tê em bikin da ku bi beşdarîyeke herî zêde û bi ‘’Erê’’yeke herî bilind ev referandûm encam bide.Em û Başûr xuşk û birayên hevdu ne. Em xwedî yek dîrok, yek çand in; êş û xemên me jî, xweşî û geşbûnên me jî ji eynî kanîyê diherikin.Di berbanga sipêdêya 26ê Îlonê de, emê jî bi dilgeşî û bi serfirazî, li gel xuşk û birayên xwe yên Hewlêrê , li Amedê, li Qamişlo, li Mehabadê û li her çar alîyê cîhanê dîlana ji mîlyonan pêk hatî bigerînin.Weke her miletî û her gelî, mafê miletê Kurd û gelê Kurdistanê jî heye ku bi dewleteke serbixwe xwe bi xwe îdare bike. Herweha Miletê Kurd û gelê Kurdistanê bi wê tecrubeya xwe ya sîyasî, dîplomatîk û çandî ya ku bi keda salan hûnayî ve, dê bikaribe bi awayekî serkeftî dewleta xwe birêve bibe.Gelê me yê birûmet!Divê em heta 25ê îlonê seferber bibin.Divê bi hemû jin û pîrên xwe, bi hemû gundî û bajarîyên xwe ve gelê me, lê bixebitin ku heta 25ê îlonê, li hemû kolan û mal û cihê karên xwe mijara sohbet û dîyalogên me her referandûma serxwebûnê be.Divê ciwanên me referandûma serxwebûnê di sosyal medyayê de, di hemû geşt û ger û zîyaretên xwe de, di sohbetên xwe yên demên çûyina sînema, tîyatro, kafeteryayan de bikin mijara sereke.Divê hemû karker, karsaz, esnaf û berhemhênerên me, di dan û stendinên xwe de, di dema kar û îstirehetên xwe de her li ser girîngî û pîrozîya dengê ‘’Erê’’ yê referandûma serxwebûnê de dor û bera xwe agahdar bikin.Divê hemû partiyên sîyasî, dezgehên sivîl, kesayet û rihsipîyên civatê û rewşenbîrên me bi xebat û propagandayeke berfireh piştgirîya referandûma serxwebûnê bikin rojeva xwe ya esasî.Piştgirîya ji 50 milyonî zêdetir Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ya ji bo ‘’Erê’’ ya referandûma serxwebûnê, dê bibe pira demokrasî û aşitîyê di navbera gelê Kurdistanê û yê Tirk û Ereb û Farisan jî.Piştgirîya ‘’Erê’’ ya referandûma serxwebûnê, dê bibe mertaleke xurt ji bo parastina gelê me yê Başûr.Belê îro her ew dem e.Ew deme ku em bêjin ‘’Bakur, piştgirîya referandûma serxwebûna Başûr dike’’.19.09.2017Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê