PolîtîkVîdeo

Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê serxwebûnê dixwaze

Barzanî ragihand jî, referandûm ne dawiya cîhanê ye, lê derfetek e ji bo gelê raya xwe bide, piştî referandûmê jî dicivin û guftûgoyê dikin, heger hevbeşî şikestî anî, cîrantiya baş ava dikin, lê înkarkirin û rêgirtin li derbirîna raya Kurdistanê, stemeke mezin e û naye qebûlkirin.Herwiha ragihand, em bîr li tundûjî û bikaranîna hêzê li dijî ti aliyekî nakin, lê heger zor li me were kirin, mafê me heye berevaniya xwe bikin.Li ser awayê dewleta Kurdistanê amaje bi wê kir, wî pêşniyar kiriye, ku dewleta federalî, medenî û parlemantî be û mafê hemû pêkhateyên netewî û olî tê de parastî be.Herwiha ragihand, dibe ku hin Erebên tundrew zor û stemê li hin Kurdên bê desthilat bikin, lê divê em raweşta bilind a Kurdayetiyê biparêzin.Barzanî nimûneya sala 1991an dema raperîna mezin bibîr anî, ku 3 feyleq ên artêşa Iraqê xwe radestî hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê kirin û bê ti zulmek li wan bê kirin, vegeriyan cem kesûkarên xwe.Got jî, pirsgirêk di navbera netewan de nîn e, Kurd, Ereb, Tirk, Kildan û Aşûr hemû birayên hev in û hemû azad in û mafê wan hemû pêkhateyên netewî û olî parastî ye.https://www.youtube.com/watch?v=f-xnQ_kLiD8&feature=push-u&attr_tag=pNeIDKuoUyt4wkaR-6

Back to top button