Cîhan

Fransa li dijê referandumê nasekine

Serokê Fransayê Emmanuel Macron di konferanseke rojnamevanî li New York de got: “Fransa li dijî ti proseyeke demokrasî ye ranawest e.” wek amajeyekê b referandûma Herêma Kurdistanê.Emmanuel Macron amaje bi wî jî da, “Pêwendiyên me yên dîrokî ligel Kurdên Iraqê hene û rêza me jî bo hene, ji ber ku berevaniyê li buha û dîrokên xwe dikin.”Serokê Fransayê ku bi mebesta beşdarîkirina di civîna giştî ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê ye got: “Hêvîdar in referandûm bibe gavek ji bo zêdekirina nûnertiya Kurd di hikûmetê de û di çarçova destûrê de” ku mebesta wî hikûmeta Iraqê bû.Emmanuel Macron got jî: “Pêwîstiya me bi aramiya siyasî heye. bi awayekî ku serokwezîrê Iraqê lawan neke û Fransa hêviya aramiyê ji Iraqê û serkeftinê ji serokwezîrê Iraqê re dixwaze û hêvîdar in hikûmet nûneratiya hemû pêkhateyan bike, bi taybet jî Kurd. Daxwaz ji Serok Barzanî dikim di riya vê referandûmê re wan daxwaza bicih bîne di çarçova dam û dezgehên Iraqê de û cudabûna ji Iraqê karekî nerênî dibe.”Lê Serokê Fransayê ti daxwazek ji bo paşxistin yan rawestandina referandûmê nekir û wek proseyeke demokratî binav kir. 

Back to top button