
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Marco Carnelos Balyozê Îtaliyayê li Îraqê û şandeka serbazî û dîplomasiya pê re kir.Di hevdîtinekê de behsa rewşa serbaziya deverê û hemahengiya navbera Pêşmerge û tîma serbaziya Îtaliya ji bo meşq û perwerde ya hêzên Pêşmerge kirin.Her wiha behsa rewşa hêzên Îtaliya li Bendava Musilê ji bo parastina bendavê û kompaniya Îtaliya ku bendavê nûjen dike kirin.
Li pareka din ya civînê bal kişandine ser dawîn pêşhatên siyasî li Îraqê û Herêma Kurdistanê û pirsa refrandûmê û hewlên nav dewletî ji bo navbijîvanî ya navbera Hewlêr û Bexdayê.Serokwezîr di vê derbarê de xuya kir refrandûm amanc niye, belkû amêrek e ji bo gehiştin bi amanca gelê Kurdistanê.Her wiha pêdagirî li ser diyaloga cidî navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got civaka navdewletî dikare alternatîveka cidî ji bo vê pirsê pêşkeş bike.