Barzani û Ebadî pêwendiyek telefoni pêkanin
Serokê Kurdistanê Mesud Barzani û serokwezîrê iraqê Heyder Ebasi roja duyem a cejnê, pêwendiyek bi rêya telefonê kirin. Di derbarê vê pêwendiya telefonî de serokatiya Kurdistanê daxûyaniyek ragihand û dibêje:Roja şemî 02.09.2017 li peywendiyekî telefoniya di navbera birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê da rewşa meydaniya şerê dijî Da’îş guftûgo kirin.Her li vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî bi helkefta cejna pîroza Qurbanê pîrozbahiya cejnê li Serok Wezîrê Iraqê kir û her wiha pîrozbahiya serkeftinên hêzên artêşa Iraqê û azadkirina bajarê Tele’fer li Serok Wezîrê Iraqê kir.Li beşekî dinê vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî li şerê dijî terorîstên Da’îş de tekez li ser berdewamiya hemahengî û karê hevbeşa di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqê kir.