Tawana birîna nanê xelkê Kurdistanê ti carî ne kêmtir e ji kîmyabarana xelkê Kurdistanê(Vîdeo)
Serokê Kurdistanê Mesud Barzani bi minasebeta 34 saliya komkujiya 8 hezar Barzaniya axavtinek kir.Barzani got:Heşt hezar kes, ji zarokên 12 salî ve û ta kesên bi temenê 90 salî, hemû birin beyabana Semawa û bê serûşûn kirin û piraniya wan heta niha termên wan nehatine dîtin. Heta niha tenê termê 800 welatiyan hatine dîtin û bo cihê bav û bapîrên xwe hatin veguhastin.Di hemû Kurdistanê de ku Enfal lê hatiye kirin, mixabin ji koma 180 hezaran heta niha tenê karîn termên 3 hezar kesî bînin. Sozê didin kesûkarên hemûyan, ku her hewlekê didin bo termên wan bînin bo cih û warê bav û bapîran.Ev ne yekem car e ev karesat bi ser Barzaniyan ve hatiye û lê hêvîdar im ya dawiyê be, li ser Barzaniyan û tevahiya xelkê Kurdistanê.Barzani di axvtina xwe de got:Berê Şêx Ehmedê Mezin em fêr kirine, ku jiyan ne ew e ku bi her cureyekê be û bijîn, jiyan ew e bi serbilindî bijîn. Şêx Ebdulselam berî 110 salan ji rojhilatnasekî Birîtanî gotiye: “Pêwîst e serdanekê ji min re birêk bixin bo biçim Londonê û Padîşahê Brîtanyayê bibînim û behsa serxwebûna Kurdistanê bikim, ji ber ku ew stema li me tê kirin qebûl nakin” Şêx Ehmedê Mezin 12 salan bend û zincîr di dest û pêyan de bûn di zîndana Besra de girtî bû û kaxezek ji rêjîmê re nenivîsî. Mela Mistefa Barzanî hemû temên xwe li çiyayan derbas kir. Em Barzanî xwendekarên wê dibistanê ne û bo me şanaziyeke mezin e û peymanê didin heta sax bin li ser wê rêbazê ne.https://www.youtube.com/watch?v=P4rZ1hnKarY