Nivîsar

Teriya Kûçik..

Şerefxan Cizîrî

Di zimanê me de şibandinek heye, dibêje; filan tişt teriya kûçik e. Ev şibandin dikarîbû li ser ajalekî din jî bihata kirin. Mirov dikaribû bigotana teriya nêrî, beran, ker, dahşik, golik, gur, şêr ûhw. Mebesta ku mirov dibêje teriya kûçik, li ba Kurdan xwediyê wateyeke taybetmendîye. Di civata me de şibandina kûçik hinek bi pirsgirêk e. Şibandina kûçik ne şibandineke bêalîye. Di şibandinê bi xwe de, bêrûmetkirina tiştekî, nirxekî, helwestekê heye. Ev şibandin di bingehê xwe de nirxên neyênî dide der.

Di cıvata Kurdan de kûçik him mal, milk û derdorê dihimine û him jî xwediyê rûmeteke pir qels e! Ev çawa çêdibe? Em eşkere dibînin ku di derbara kûçik de civata Kurdan dualîye. Ne baş zelal e. Li gora rewşê rûmeta kûçik dikare were guhertin…

Him tu nanê xwe pê re parvediki û him jî kûçik li ba te bêrûmet e…

Ewên ku dizanin ji xwe dizanin yên ku nizanin jî emê ji wana re bibêjin. Gava ku Kurd ji tiştekî re dibêjin; teriya kûçîk e, dixwazin bibêjin, ew tişt rast nabe. Teriya kûçik di serî de teşeya xwe çawa girtibe, di dawî de wilo berdewam dike. Terîya kûçik di serî de berbi jêr de be, di dawî de wilo berdewam dike, di serî de berbi jor de be, di dawî de dîsa wilo berdewam dike, di serî de xaro maro be, di dawî de dîsa wilo berdewam dike. Ango teriya kûçik di serî de teşeya xwe çilo girtibe, di dawî de wilo jî berdewam dike. Rast nabe. Rep radiweste. Weke xwe dîmîne.

Ew şibandin bi taybet ji bona kirinên mirovan, helwest û exlaq, fikir û ramanên wana jî tê bikaranîn. Gava ku fikrekê, ramanekê, helwestekê, çalakîyekê, sazîyekê, tevgerekê teşeya xwe ya bingehîn girt, dûra guhertin pir zehmet dibe. Ji ber vê rastiyê destpêk hergav giring e. Destpêka karekî, ramanekê, fikrekê, tevgerekê dibe bingeh, rê û şivîleyan derdixe pêşiya mirovan û xweparastineke gelek xurt dike. Mirov şaş be jî, mirov vê rastiyê zanibe jî, dîsa xweparastin dibe xala helî giring.

Ji bona ku mirov şaşiyên xwe binixwûmîne, mirov wana biparêze, li fitwa digere, hicetên teramera derdixîne pêş, hemû derfetên madî û manewî dikevin nava tevgerê… Li şûna ku mirov li rastiyê, li bedewbûnê, li aqil, li nirxên hevbeş bigere, mirov dikeve dûv xweparastineke ku di rastiya dîrokî û civatî de neparastine…

Ev parastin, xwexapandin e…

Teriya kûçik rast nabe, em vêna baş dizanin, ji ber ku dem bihûrîye, bedelê demê ji tucara paşde naye. Her tişt di dema xwe de xweş e. Gava ku dem dibihûre, derfetên guherandinê, ser rastkirinê jî ji nava kefa destê mirovan dişemite…

Keda mirovan bertelef diçe…

Bi vê rewşa ku em qal dikin ve girêdayî gelek gotinên din yên watedar di zimanê me de hene. Yek ji wana dibêje; tebhê şîrî heta pîrî. Ev gotin jî weke wateya teriya kûçik, destnîşan dike ku, teşe û cewherê ku ji zarotiyê de ketiye nava kesayetiya mirovan, zû bi zû ji mirovan bi dûr nakeve. Ji ber wilo ji sosyalbûna mirovan, bi qasî hebûna mirovan bi xwe jî giring e. Dîsa ji ber wilo jî pevajoya sosyalbûnê, divê piralî were niqaşkirin û li ser nirxên rast û watedar ew bikeve nava perwerdekirina mirovan bi xwe. Dibe ku mirov nikaribe teriya kûçik rastbike lê mirov dikare bi hişmendî têkeve pêşîya ku teriya kûçik xwar nebe! Ji ber wilo jî divê em karibin pirsgirêkên civata xwe bi aramî, bi zanebûn, bi hişmendî bikaribin bi hevdu re niqaş bikin. Ji ber ku niqaşkirin, mirovan dewlemend dike, ka û genim ji hevdu cuda dike, xetekê qalind di navbêna zanebûn û nezaniyê de dikêşîne, aqil û bêaqilbûnê guncav dike.

Ez dizanim ku teriya kûçik rast nabe lê belê çawa be jî, em dikarin niqaşên nav xweyî rast bikin!

Back to top button