Musil: Rojnemevanek kurd şehîd bû

Di dema romalkirina operasyonên artêşa Iraqê li taxa Mûsila Kevin, rojnamevanê Kurd Bextiyar Hedad şehîd bû.Li gora K24 radigihîne, ji 2 rojan ve hêzên ewlehiya Iraqê karîn biçine nava taxa Mûsila Kevin û şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê berdewam e.Îro di encama wî şerî de, rojnamevanê Kurd Bextiyar Hedad şehîd bû û 2 rojnamevanên Fransî jî birîndar bûn, ku Bextiyar wek wergêr ligel wan kar dikir.


