Civak

Çekdarên DAÎŞ radestî hêzên pêşmerbe dibin

Rêveberê Qeza û nahiyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji BasNewsê ragehand ku, çekdarên DAIŞê xwe radestî Hêzên Pêşmerge dikin û beşek ji wan çekdaran dibêjin ku,  baweriya wan bi DAIŞê nemaye lewma wan xwe ji nav rêzên wê rêxistina kişand û reviyan.Rêveberê Qeza û nahiyên Kerkûkê da zanîn ku, beşek ji wan çekdarên DAIŞê xelkê bajarokê Reşad bûn û beşekî din li xwe mûkirhatin ku, pêşmergeyên dîl şehîdkiribûn.Herwiha Rêveberê Qeza û nahiyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir aşkere kir hejmara wan çekdarên DAIŞên xwe radestî pêşmerge kirîne gelekin, tekez kir ku, hilmeteke  berfireh bo desteserkirina şaneyên nivistî yên DAIŞê jî destpê kiriye.

Back to top button