Sigmar Gabriel wezîrê derve yê Almaniyayê di çarçoveya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, roja 20.04.2017ê li bajarê Hewlêrê, digel Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiya û çend pirsên giring di rojeva hermî û deverê de nirxandin.Şandeya Almaniyayê sipasiya xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê kir ku, bergirî ji prensîpên mirovatiyê kirine û dikin, hemû pêkhatetên herêmê ji gev û êrîşên terorîstan parastine û diparêzin û hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan hewandine, Almaniya û civaka navdewletî şanaziyê bi vê rola Herêma Kurdistanê dike.Wezîrê derve yê Almaniyayê pêkvejiyana pêkhateyên olî û neteweyê bi aşitî li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û tekîd li ser wê yekê kir ku, Almaniya dê li ser hevkariyên mirovî û leşkerî bo Herêma Kurdistanê berdewam be.Sigmar Gabriel got ku ew dê lêbixebitin têkeliyên navbera Almniya û herêma Kurdistanê di hemû waran de xurt û berfirehtir bikin û bi pêwîst zanî ku pirsên hilawîstiyên navbera Herwlêr û Bexdayê bi diyalog û danûstandinan bên çareser kirin.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji bo wan alîkariyên di warê însanî û leşkerî de pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike, sipasiya Almaniyayê kir û hêvî xwest ku ew alîkarî û hevkarî berdewam bin.Serokwezîr ji şandeya mêvan re got ku di warê leşkerî de hevahengiyek baş di nabvera pêşmergeyê Kurdistanê û arteşa Îraqê de heye, lê di warên din de diyalog û danûstandinên cidî nînin û bi pêwîstî zanî di vê çerçoveyê de civaka navdewletî bi rola xwe bilîze.Barzanî tekîd kir ku referendum mafek xwezayî yê xelkê Kurdistanê ye ku çarenivîsa xwe diyar bike. Xelk, hikûmet û aliyên siyaiyên Herêma Kurdistanê bawerî bi wê yekî nîne ku paşeroja xwe bi rêya şidetê diyar bikin, lê divê bi rêya diyalogek cidî be û di vê navberê de divê civaka navdewletî jî alîkariyê bike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: