Hukumeta Kurdistanê cejna Çarşema Sor li Kurdên Êzdî pîroz dike
Hikûmeta Kurdistanê cejna Çarşemba Sor li Kurdên Êzdî yên Kurdistanê û seranserî cîhanê pîroz kir û ew piştrast kirin ku, heta yek Kurdê Êzdî jî di destê DAIŞê de mabe, ew dê li ser hewlên xwe yên bo rizgarkirina wan berdewam bin û ji bo nasandina komkujiya Kurdên Êzdî ew weke cenosîd jî ewê her hewl bidin.Di peyamekê de Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê, cejna Çarşemba Sor a Kurdên Êzdî pîroz kir.Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê di destpêka peyama xwe ya pîrozbayiyê de, qurbaniyên destê terora DAIŞê û bi taybet ew Kurdên Êzdî ku bûne qurbaniyê teroîsma DAIŞê bi bîr tîne û dibêje: “Em bi germî cejna Çarşemba Sor li xuşk û birayên Êzdî yên li Kurdistanê û li her dereke cîhanê pîroz dikin, em hêvîdarin cejneka xweş û aram derbas bikin. Di demekê d ku em vê cejnê pîroz dikin, em careka din hemû wan xuşk û birayên me yên Êzdî bi bîr tînîn, yên ku wekî hemî pêkhatên din ên neteweyî û olî li Kurdistanê, di encama tawan û karên teroristî û hovane yên DAIŞê de, bûne qurbanî.”Di beşeke din a peyamê de tê gotin: Em hêvîdarin xuşk û birayên me yên Êzdî ku heta niha jî di kampên awareyiyê de ne, cejn û helkevtên xwe yên bihên, sefiraz û azad vegeriyabane ser mal û deverên xwe yên azad û avedankirî û hemû Kurdistanî pêkve cejn û helkevtên xwe yên paşerojê, bi saya serkevtin û azadî ya yekcarî û nemana terorê pîroz bikin.Encumena Wezîran sozê dide hevwelatiyên Kurdên Êzdî ku dê li ser hewlên xwe yên ji bo xizmetkirina bi wan berdewam be.Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha Kurdên Êzdî piştrast dike ku hewlên hikûmetê yên ji bo nasandina dosyaya komkujiya DAIŞê ya derheqên Kurdên Êzdî de li ser asta navdewletî dê berdewam bin.Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha Kurdên Êzdî piştrats dike ku, heta yek kesê Êzdî di destê çekdarên DAIŞê de mabe, li ser hewlên xwe yên ji bo rizgarkirina wan û herwiha rizgarkirina wan deverên ku hêj di destê DAIŞê de mane, berdewam be.Daxuyanî wiha dibêje: “Di vê cejnê de em careka din hemû xuşk û birayên Êzdî piştrast dikin ku heta mirovekê Êzdî di destê terorîitên DAIŞê de mabe, em dê hemû hewl û karînên xwe ji bo azadkirina wan bi kar bihînîn, herwisa hewlên hikûmetê ji bo nasandina keysa êzdîyan wek cenosîd li ser asta navnetewî û azadkirina deverên mayî yên êzdîyan li ser destê pêşmergeyên qehreman û avedankirin û vegerandina jiyanê bo deverên wan, dê berdewam bin.”