Polîtîk

Em rê nadin tu aliyek xwe li ser êzidiya ferz bike

Bi minasebeta hatina hatina cejna serê sala Êzîdî, cejna Çarşema Sor, serokê Kurdistanê Mesud Barzani daxûyaniyek ragihand. Barzani dibêje: rê jî nadîn hîç aliyek xwe li ser wan de bisepênê û biryardana li çarenivîs û paşaroja wan tenê di destê Êzîdiyan bi xwe da dibeDaxûyani:Bi navê xwedayê mezin û dilovanBi helkefta hatina cejna serê sala Êzîdî, cejna Çarşema Sor, pîrozbahiyekî germ li hemû xuşk  Barzani û birayên Kurdên Êzîdî li Kurdistan û Cîhanê dikim.Kurdên Êzîdî beşekî azîz û veneqetiyayî ya gelê Kurdistanê ne. Xweşî û êşên wan xweşî û êşên gelê Kurdistanê ne. Bi dirêjahiya dîrokê xuşk û birayên me yên Êzîdî bi sedema nasnameya olî û neteweyî tûşî karesatan hatine, lê belê pabendbûna wan ya bi nasnameya Kurdayetiyê û ola wan, hemû plan û sîtemekî li dijî wan pûç kiriye.Spas ji bo xweda bi cangoriya Pêşmerge terorîstên Da’îş hatin têkşikandin û Da’îş baca tawanên xwe da û serê wan kete bin piyê Êzîdiyan û êdî nabê rê bê dayîn hîç karesat û êşeke din di derbarê xuşk û birayên me yên Êzîdiyan de dûbare bibê.Li cejna serê sala Êzîdî da ewe dûpat dikîn ku gelê Kurdistanê palpiştê Êzîdiyane û rê jî nadîn hîç aliyek xwe li ser wan de bisepênê û biryardana li çarenivîs û paşaroja wan tenê di destê Êzîdiyan bi xwe da dibe.Mesûd Barzanî18.04.2017

Back to top button