Hikûmet: Kurdistan mal û welatê aram yê hemû pêkhateyên neteweyî û olî ye
Hikûmeta Kudistanê, hatina sala nû ya Babilî-Aşûrî û cejina Ekîto li gelên kildan, siryan û aşûriyên li Kurdistan û cîhanê bi peyamekê pîroz dike û di peyama xwe de tekîdê li ser parastina kultura pêkvejiyan û lêbihurînê li Kurdistanê dike û Kurdistan jî, weke hertim, dê mal û welatê aram yê hemû pêkhateyên neteweyî û olî bimîne- Hijmareke zêde ya xûşk û birayên me yên mesîhî digel pêkhateyên neteweyî û olî yên din ji encama şerê terorê de, war, mal û milkê xwe bi cî hiştine û niha li ba xûşk û birayên xwe li Herêma Kurdistanê mêvan in, em ji nêzîk hest bi şê û janên wan dikin û hevsiz û piştevanê wan in. Hikûmet di peyama xwe de hêvî dike ku, cejinên bên bi serferazî û serkeftî hemû koçberên mesîhî bo ser dever û warên xwe yên azad û avadankirî vegerin û hemû bi hev re di bin siha serkeftinên yekcarî û bi destxistina tevaya mafên xwe cejnên xwe pîroz bikin.- Em tekîd dikin ku kultura pêkvejiyan û lêbihurînê ku kevirê sereke yê bingeha keltur û civaka Kurdistanê ye û em şanaziyê bi wê kelturê dikin, hertim dê parastî be û bi tu awayî hewilên bêencamên terorîstan nikarin wê kulturê leng bikin. Hikûmeta Kurdistanê kildan, siryan û aşûrî û hemû pêkhateyên neteweyî û olî li Kurdistanê dilrehet dike ku heta dawiyê ew dê bergiriyê ji wê kulturê bikin û Kurdistan dê hertim ji bo hemûyan mal û welatek aram bimîne.