Kurdistan welatê me hemûyane
Bi minasebeta ser sala babilî Aşûrî û cejna Ekito serokê Kurdistanê pîrozbahî li gelê Aşûrî dike.Daxûyaniya serokê Kurdistanê Mesud barzani:Bi navê xwedayê mezin û dilovanBi helkefta serê sala nû ya Babilî Aşûrî û cejnên Ekîto, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kildan Siryan Aşûrî li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Hêvîdarim ev helkeft û serê sala nû ya Aşûrî Babilî destpêkekî nû bê ji bo nehiştina yekcarekiya wan êşên ku li encama hizra tundrewî û êrîşa terorîstan pêkhatiye.Li vê helkeftê de eve ji bo xuşk û birayên gelê Kildan Siryan Aşûrî dûpat dikim ku Kurdistan welatê me hemûyane û li xweşî û nexweşiyê da me yek çarenivîs heye û li dijî teror û cûdakariyê de li yek bereyêdane. Pêwîste çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera hemû pêkhatên olî û neteweyî parastî bê û kûrtir bibê û li Kurdistanê da hizra tundrewî û tayîfegerî û înkarî cihê xwe nabê.Hêvî dikim hemû ew xuşk û birayên li jiyana koçberiyê dane bi zûtirîn demî bi serbilindî vegerin navçeyên xwe û paşaroja wan mîsoger bibê.Hêvîdarim aştî û bextewerî ji bo Iraq û navçeyê vegerê û hun yên azîz jî bigihin mafên xwe yên rewa û li sayeya azadî û aramiyê da cejnên xwe bikin.Mesûd Barzanî31.03.2017