Nivîsar

Li Kerkûkê bilindkirina ala Kurdistanêmafek e û huquqiye

LI KERKUKÊ ALA KURDISTANÊ BILIND KIRIN, MAFEK E Û HİQÛQÎ YE…İbrahim GÜÇLÜ([email protected])  Meclîsa Bajarê Kerkukê biryar da ku li Kerkukê Ala Kurdistanê bilind bibe. Girêdayî biryarê jî Ala Kurdistanê li ser her dezheke bajêr hat bilind kirin.Li Kerkukê Ala Kurdistanê bilind kirin, gorî hiqûqa federalî di cî de ye.  Di hemandemd e biryareke kurdistanî, milî, xwezayî ye.Biryara Meclîsa Kerkukê, di esil de di biryareke derengmayî ye.  Lewra diviya bû piştî ku di 2005-an de bi referandûmê biryar hat girtin ku Irak bibe dewleteke federal; Ala Kurdistanê  li Kurdistanê û li hemû bajarên Kurdistanbê û li hemû Iraqê û bi taybetî jî bajarê Kurdistanê li Kerkukê bihata bilind kirin.  Hezar mixabin Ala Kurdistanê, piştî referandûmê nehat bilind kirin.                                               *****Gelo Li Kerkukê Ala Kurdistanê bilind kirin, çima gorî hiqûqa federalî di cî de ye?  Di hemandem de biryareke kurdistanî, milî, xwezayî ye?Iraq, Dewleteke federal e. Dewleta federal bes dewleteke miletekî nîne. Dewleta Federal ya Iraqê jî bes dewleta ereban û kurdan nîne. Dewleta Federal ya Iraqê dewleta her miletekî ye. Di dewletên federal de her tiştek mişterek e. Dewleta Federal Iraqê jî wek dewletek federal divê ku ji hemû hêjiyayên her miletekî re rêz bigre, qiymet bide wan, wan pêş bixe. Loma jî Dewleta Federal Ya Iraqê xwediyê du ala ye. Yek ala Dewleta Federal e. Yek jî Ala Kurdistanê ye. Hezar mixabin ji bona ku herêma ereban ne federe ye, Ala Ereban tune ye. Loma jî divê Dewleta Federal ya Iraqê ji herdu alan re xwedî derkeve, li her derekê bilind bike.Loma  jî Ala Kurdistanê û Ala Dewleta Federal, her bajarekî û li her herêmeke Iraqê û Kurdistanê bilind kirin hiqûqî ye.Hezar mixabin dewleta federal wezîfeya xwe pêk neanî. Dewleta Federal ji bona ku dewleta kurd û ereban e. Ji vê mijarê herdu teref jî berpirsiyar in, heta îro ji derveyî hiqûqa federal tevdigeriyan.Kerkuk, bajarê Kurdistanê ye. Li Kerkukê çend Milet bi hev re dijîn. Piranî kurd in. Loma jî li Kerkukê Ala Kurdistanê rakirin, helwestekî milî û xwezayî ye. Her çiqas ji aliyê hiqûqî de Kerkuk, hîn diyar nebûye ku bi Dewleta Federa ya Kurdistanê re girêdayı ye jî, bajarekî Kurdistanê û Iraqê ye, li Kerkûkê Ala Kurdistanê bilind kirin pêwîst bû. Heta nûha Ala Kurdistanê bilind nekirin, li dijî hiqûqa federal e.Serokatiya Kurdistanê jî nêr3ınên min parve dike. Dibêje ku: Serokatiya Herêma Kurdistanê: bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê karekî yasayî ye K24 – Navenda NûçeyanSerokatiya Herêma Kurdistanê derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên hikûmî yên Kerkûkê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, Bilindkirina Ala Kurdistanê li bajarê Kerkûkê karekî yasayî û asayî ye û ne babetekî nû ye. Her li piştî rûxana rejîma berê ya li sala 2003 û bi taybetî jî piştî hatina DAIŞê Ala Kurdistanê li Kerkûkê hebûye û her ew ala jî Kerkûk ji gef û êrîşa terorîstan parastiye.Di beşeke din ya daxuyaniyê de jî hatiye, ji bo wê yekê pêwîst bi wê yekê nake ev babet gelek bê mezinkirin û bibê madeya gengeşe û ji hevdu veqetandina di navbera pêkhat û aliyan û hîç aliyek jî nabe ji bo merama siyasî ya xwe ya taybetî bikar bîne.Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye jî, her wekî çawa Ala Kurdistanê û Pêşmerge Kerkûkê parast, pêwîst e çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya di navbera pêkhatên Kerkûkê kûrtir bê kirin û parastin.”Deqa daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye:“Bilindkirina Ala Kurdistanê li bajarê Kerkûkê karekî yasayî û asayî ye û ne babetekî nû ye. Her wekî çawa bilindkirina ala Iraqê jî li Kerkûkê babetekî yasayî û asayî ye. Her li piştî rûxana rejîma berê ya li sala 2003 û bi taybetî jî piştî hatina DAIŞê Ala Kurdistanê li Kerkûkê hebûye û her ew ala jî Kerkûkê ji gef û êrîşa terorîstan parastiye.Ji bo wê yekê pêwîst bi wê yekê nake ev babet gelek bê mezinkirin û bibê madeya gengeşe û ji hevdu veqetandina di navbera pêkhat û aliyan û hîç aliyek jî nabe ji bo merama siyasî ya xwe ya taybetî bikar bîne. Her wekî çawa Ala Kurdistanê û Pêşmerge Kerkûkê parast, pêwîst e çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya di navbera pêkhatên Kerkûkê kûrtir bê kirin û parastin.”Serokayetiya Herêma Kurdistanê29.03.2017” LI DIJDERKETİNA BILINDKIRINA ALA KURDİSTANÊ JI ALIYÊ HIKUMETA IRAQA FEDERAL, EREB Û TIRKMENÊN KERKÛKÊ DE, NE DI CÎ DE YE.Hikûmeta Federal ya Iraqê jî hikûmeta mişterek e. Yanî bes ereb ne xwediyê hikûmetê ne. Hikûmet di heman dem de ya kurdan e. Ew tê wateyê ku kurd jî li Kerkukê li dijî bilindkirina Ala Kurdistanê ne. Ez bawer nakim ku kurd li dij bin.Loma jî helwesta hikûmetê jî ne hiqûqî ye û ne di cî de ye. Mafê ereb û tirmenan jî tune ye ku li Kerkukê li dijî bilindikirina Ala Kurdistanê derkevin. Lê diyar e ku ew şaşiya Meclîsa Kerkukê, maf dide wan ku ew li dij derkevin.Heqê wan heye ku ew bibêjin gelo çima heta nûha ne, nûha bilindikirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê hat dayîn?Ez jî vê pirsê dipirsim.Lewra em dizanin ku waliyê Kerkukê li dij bû ku Kerkuk bi Dewleta Federe ya Kurdistanê re bê girêdan. Digot “Kerkuk wek herêmeke otonom be û bi Hikûmeta Federal re di esil de bi ereban re bê girêdan.Mam Celal jî ji bona Kerkukê mıodela Brukselê pêşniyar dikir.YNKê di hamen dem de li dijî avabûna dewleta Kurdistanê dibin.Çi guhertin bû ku Meclîsa Kerkukê biryara bilindkirina Ala Kurdistanê da. Ji bona vê divê sedemên vê biryarê baş bên diyar kirin.MAFÊ DEWLETA TIRK BI TU AWAYÎ TUNE YE KU LI DIJÎ BILINDKIRINA ALA KURDISTANÊ LI KERKUKÊ DERKEVIN…Kerkuk, bajarê tirkan û Tirkiyeyê nîne. Kerkuk bajarê Kurdistanê ye û bi dewleta federal ya Iraqê re girêdayî ye. Ji bona ku bi Dewleta Federe ya Kurdistanê bê girÊdan, 2005an de biryara referandûmê hat girtin. Hezar mixabimn Malîkiyê nîjadperest pêşiya  referandûmê girt. Lê nûha bi her awayî ji aliyê kurdan de tê îdare kirin.Deweleta Tirk, di sala 2005an xwest ku pêşiya federalbûna Iraqê ji bigre, lê nikarî. Gelên Iraqê û bi taybetî jî xîreta kurdan û encama referandûma Makezagonê Iraq bû deletek federal.Loma jî mafê wan tune ye ku li Kerkukê li bajarekî din yê Kurdistanê û Dewleta Federal ya Iraqê xwediyê teserrufekê bin.Ew helwesta, helwestek kolonyalîst e. Amed, 1 Nisanê, 2017  

Back to top button