Serok Barzanî derbarê biryardana li ser çarenûsa Herêma Kurdistanê de li ti cihekî cîhanê yekgirtina bi zorê yan ji hevdû cûdakirin bi zorê serneketiye.Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê li gel şandekî navendî ya Diyaloga Rafîdeyn civiya ku ji hejmarek kesayetî û nuxbeyên siyasî û çandî û parlementer û nivîskar û medyakarên Iraqî pêkhatibû.Li vê civînê de ku bi mebesta raguhertin û pêşkêşkirina pirsiyar û pêşniyarên di derbarê paşaroja peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê û serbixweyî ya Kurdistanê hatibû sazkirin, Serok Barzanî li gotarek da balkişand li ser dîroka gelê Kurdistanê li gel dewleta Iraqê û êş û qurbanîdanên li Kurdistanê da û wê yekê xisterû ku dewleta Iraqê li ser bingeha şeraketa Kurd û Ereb û berçavgirtina mafên pêkhatên din hate damezrandin lê belê beşa gelê Kurdistanê li vê şeraketê de 4.500 gundên wêran û sed û heştih û dû hezar enfal û bêserûşûnbûna donz deh hezar gencên Feylî û heşt hezar Barzanî û kîmyabarankirina Kurdistanê bû. Li gel van hemûyan da jî gelê Kurdistanê li şoreşa eylûl û qonaxên dinê xebata xwe da yek car jî hêvî bi teqandin û kirdarên dijî xelkê sivîl nebir. Her wiha li raperîna 1991 da jî bi navê vekirina rûpeleke nû li gel dewleta Iraqê gelê Kurdistanê dest bi tolhildanê ve nebir.Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa qonaxên piştî rûxana Be’es kir û balkişand li ser hewlên xwe û cenabê Mam Celal yên bi navê yarmetîdana aliyên Iraqê ji bo nivîsîna destûr û pêkanîna Iraqekî demokrat û federal ku têda mafên hemû aliyek parastî û cîgir bûbe û eve jî ji bo amadebûyan behs kir ku gelek hewldan aliyên Iraqê sûd ji ezmûna Kurdistanê werbigrin û berev tolhildana hevdû hengavan navêjin û şaşiyên berê dûbare nebin. Lê belê bi kirdarî û biryarên hikûmeta Iraqê berevajiya wan bingehan bû ku li destûr de hatibû cîgir kirin û kar gihîşte tolhildan û kûrtirbûna eşîrî û abluqedana Pêşmerge û êrîş kirina Kurdistanê û encamê de jî birîna debara gelê Kurdistanê. Ev hemû bi wateya şikesta tewafuq û federaliyet û bingeha şerakete û gelê Kurdistanê jî ne berpirse ji wê êşa li ser Iraqê da hatiye û berpirsiyariya vê rewşê dikevê ser navend û aliyên Iraqê.


