Polîtîk

Piştî DAIŞê Heşda Şeibî dê bibe bela li ser Kurdistanê

Parlamentereka berê ya YNKê dibêje, piştî DAIŞê, Heşda Şeibî dê bibe bela li ser  Herêma Kurdistanê ji ber wê jî divê rayedarên Kurdistanê gelekî hişyar bin.Parlamentera berê ya Kurdistanê Sozan Xale Şehab ji BasNewsê re got, em hemû ji vê yekê ditirsin ku piştî DAIŞê, Heşda Şeibî bibe metirsî li ser Herêma Kurdistanê ji ber ku nîşanên vê yekê hene.Sozan Xale Şehab her wiha got, nîşanên vê yekê ew in ku heta niha çend caran di navbera Pêşmerge û çekdarên Heşda Şeibî de şer derketiye, ev jî mirov ditirsîne.Wê parlamentera berê ya YNKê da xuyakirin ku êdî Heşda Şeibî venagere cihê xwe yê berê û got, ji ber ku Heşda Şeibî bûye hêzeka fermî, mixabin çend parlamenterên kurd jî deng dabûn vê yekê. Ji ber wê jî divê rayedarên Kurdistanê pir hişyar bin û gelekî hestiyar bi vê mijarê re reftar bikin. 

Back to top button