Em vê referandûmê boykot dikin
Di derbarê Referandumê ji bu guhertina beşek ji destûra Tirkiye de, me hinek pirs ji sekreterê Tevgera Ciwanên Kurdistanê Serhat Mêrdînî kir. Merdînî di vê derbarê de dibêje: Me wekî miletekî heta niha tu xêrî ji pergala komarî nedît. Dîroka komara Tirkîyê bi înkar, pişaftin, jenosîd, kuştin, girtin û nefîkirina Kurdan tije ye. Hevpeyvîn:
Rojevakurd: Hun wek rêxistin wan guhertinên hatin kirin çawa dibînin?Serhat Mêrdînî : Em wek Tevgerê bi nêrîneke Kurdistanî û li gorî berjewendiyên netewî mijaran dinirxînin. Guherînên ku bûne mijara referandûmê, li ser pergala Tirkîyê ne. Tu madeyek ku li ser Kurdan hatibe pêşniyarkirin tuneye. Ger wek Kurdekî em mijarê binirxînin, bi van madeyan ji bo me piştî referandûmê encam çi jî derkeve tiştekî ku biguhere wê tunebe. Dewleta Tirkî li gorî xwe pergala xwe dixwaze biguhere û her du baskên dewletê li ser pergala xwe nîqaş dikin. Ji bo wek aliyê Kurdan em jî bibin aliyekê nîqaşê, divê guherînên ku bi hebûna Kurdan ve têkildar in hebe. Pêşiya her tiştî divê ev makezagon pêşiya ku wek miletekê hebûna bê qebûlkirin veke.Rojevakurd : Gelo li gorî we divê destûrek çawa hebe?Serhat Mêrdînî : Ger em di nava pergala Tirkî de hebûna Kurdan nîqaş bikin, divê ev di asta wekheviyê de be. Ji bo vê jî divê çend xalên bingehîn di makezagonê de cihên xwe bigirin. Pêşiyê divê her 3 maddeyên makezagona bingehîn a Tirkî biguherin. Ji ber ku ew her sê made hebûna Kurdan jî hebûna kêmneteweyan jî red dikin. Xeynî wê divê herî kêm Kurd wekî miletekê bên naskirin û ev di makezagona bingehîn de cihê xwe bigire. Li gel van guherînan divê zimanê Kurdî jî di makezagonê de wekî zimanê fermî bê naskirin.Rojevakurd : Di vê referandûmê de ”Na” ji bo we tê çi wateyê?

