Em li ser esasê mafê dewletbûnê kar û xebatê dikin
Gelek cara di derbarê berpirs û endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê de bi tohmeta propaganda PKKê doz têne vekirin. Hinek cara endamên tevgerê bi vê sedemê têne girtin û dikevin di girtîgehê de.Be guman ya giring ne ewe ku endamên Tevgerê têne girtin yan jî di derbarê wan de doz têne vekirin. Tişta belkêş ewe ku endamên Tevgerê bi tohmeta propaganda PKKê têne girtin û cezakirin.Tevger siyasetek gelek eşkere û vekirî rêve dibe. Tevger rêxistinek eşkereye û hemû çalakiyên xwe vekirî dike . Taybetmendiya Tevgerê ewe ku di hemû çalakiyên xwe de nirxên Kurdistanî bi kar tînin. Ala Kurdistanê li Bakur her demî bilind dikin.Di derbarê siyaseta PKKê û aliyên din yên kurdî de dîtinên xwe vekirî dibêjin. Tu çalakiyên tevgerê de propagande siyasetek din nehatiye kirin û taybet Tevger rexneyên tund li siyaseta PKKê dike ku ne li ser xetek netewîye.Ji bo vê îro dadgehên dewletê endam û berpirsên Tevgerê ji propaganda PKKê bigrin bêxin girtîgeha de, gelekî balkêşe.Rojevakurd di vê derbarê de ligel cîgirê sekreterê Tevgerê Roger Cager hevpevînek kir. Hevpeyvîn:
Rojevakurd:Birêz Roger Cager,Tevgera Ciwanê Kurdistanê di derbarê cezayê we û hinek endamên din yên Tevgerê daxûyaniyek belav kir. Di vê derbarê de çend pirsên me hene.Gelo ji bo çi bi israr dadgehên dewletê bi hêceta propaganda PKKê ceza dide we û endamên we?Roger Cager: Em rêxistineke legal in û kar û xebatên legal dikin. Bingeha xebatên me xurtkirina hişmendî û sîyaseta netewî û meşrûbûna mafê dewletbûna Kurdan e. Ji ber ku tu karên me yên îlegal û şîdetê tune, em di vê armanca xwe de bi ser dikevin. Ev jî xeteriyeke mezin e ji bo dewleta Tirkî. Ji ber ku PKK di lîsteya terorê ya dewletên cihanê de cih digire, dewlet dixwaze me bi PKKê re têkildar bike û mafê dewletbûnê ku em diparêzin terorîze bike. Her çi qas me di dadgehê de jî gotibe ku em mafê dewletbûnê diparêzin û tu têkiliya me bi PKKê ve tune ye jî, dîsa bi zanetî bi hinceta propagandaya PKKê ceza dan me. Dixwazin bi vî awayî me terorîze bikin û fikrên me pûç bikin.Rojevakurd: Li gor em dizanin ji berî niha jî li Mêrdinê her ji bo heman sedemê mehkemeyek ya we hebû. Lê dawiyê de hun ji wê doze azad bûn. Çi ferqa doza we ya Mêrdin û Diyarbekirê heye?Roger Cager: Hinceta vekirina her du dozan jî yek bû. Ji ber çalakiyên me yên cuda dozê li me vekirin lê sedema her du dozan jî propagandaya PKKê bû. Li Mêrdîn me pêşangeha sûretên şehîdan ku li hember terorîstê DAIŞê şer kiribûn vekir. Li Dîyarbekir jî me ji bo Kobanî çalakiyeke li dar xist. Di bigehê de ferqa wan tuneye. Ji ber ku sedem ne çalakiyên me ne. Çalakiyên me kirin hincet û ji bo armanca xwe ya qirêj pêk bînin, fikrê dewletbûnê terorîze bikin dozê li me vekirin.Rojevakurd: Wek agahdariyên me ew hakimên ku li Mêrdinê dixwestin we ceza bikin bi hêceta propaganda PKKê, endamê rêxistina Gulen derketin û ji bow ê jî ji kar hatin dûr xistin. Gelo li Diayarbekirê jî mimkine heman tişt hebe?Roger Cager: Dema dozê li me vekirin li Mêrdînê jî li Dîyarbekirê jî dozger û dadgerên cuda li ser karbûn. Piştî 15ê tîrmehê dadgerê li Mêrdîn bi hinceta endambûna FETOyê ji kar hate derxistin. Li Dîyarbekirê jî dozger û dadger guherîn lê ji kar nehatin derxistin, cihê wan guherî. Dozger û dadgerê ku li Dîyarbekir bi hinceta propagandaya PKKê ceza dan me hîn 2-3 meh in hatine ser kar. Em wan baş nas nakin li gumaneke bi vî rengî heye.Rojevakurd: Raya Giştî û aliyên siyasî li Tirkiye û Bakur dizanê ku hun li ser xetek netewî siyasetê dikin û PKKê jî, ji bo li dijê xeta netewî siyasetê dike rexne dikin. Maqulê dewlet û dozerê dewletê vê yekê nizanibin? Gelo Armanca wan dozera çiye?Roger Cager: Ji roja ku me dest bi kar û xebatan kiriye heta îro me tim li ser esasê mafê dewletbûnê kar û xebat kiriye. Me sembolên netewî tim li pêş girtiye, tim zimanê xwe bi kar anîye û di hemû çalakiyên xwe de li ser mafê dewletbûnê sekinîne.Loma ji roja ewil de PKK ji me aciz e. Ji ber ku armancên me li beramberî hev in. Gelek caran di çalakiyan de yan di nîqaşên li ser medyayê de jî em ji ber vê yekê bi PKKê ve hatine hemberî hev. Ji xeynî vê me biryar girtiye ku bi tu kes û aliyên mafê dewletbûnê neparêzin em nayin cem hev û bi wan re tu karî nakin. Loma di tu qadan de em bi wan re nehatine cem hev jî.Di çalakiya Dîyarbekir de jî me pergala kantonan teşîr kir. Îro mirov ji zarokekê jî bipirse wê zanibe ku tu xalên me yên hevbeş bi PKKê re tuneye. Helbet ew dozger û dadger jî vê yekê baş dizanin. Ji xwe me di dadgehê de jî vê yekê anî ziman. Lê dîsa wekî ku li jor em li ser sekinin, bi zanetî bi vê hincetê ceza dan me. Dixwazin me bi PKKê ve têkildar bikin û bi wî awayî fikra dewletbûnê terorîze bikin.Rojevakurd: Gelo hun biçekî dikarin behsa naveroka xebata xwe bikin? Armanca we çiye?Roger Cager: Armanca me ew e ku em hişmendiya netewî li bakûrê Kurdistanê bikin hişmendiya serdest. Ji bo vê jî em hewl didin ku sîyaseta netewî pêş bikeve û zimanê sîyaseta netewî bê bikaranîn. Loma me xetên xwe yên sor dîyar kirine û hemû xebatên xwe di nava wan sînoran de dikin.Em hemû çalakî, civîn, daxuyanî û xebatên xwe bi Kurdî dikin. Em di hemû çalakiyên xwe de Ala Kurdistanê radikin. Xeta me ya din a sor sirûda netewî ye. A herî girîng jî em di hemû kar û xebatên xwe de mafê meşrû ya dewletbûnê derdixin pêş.