Wezîrê bergiriya Britanya Mishael Fallon dug giha Hewlêrê û ji aliyê wezîrê navxe Kerim Sincarî û berpirsên Hukumeta Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin.Îro danê sibehê Falon li gel serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtinek pêkanî.Britanya yek ji welatên hevpeymaniyaye û helwesta vî welatî li Rojhilata Navin gelekî girînge. Zêdehî 80 bispiron leşkerî yên Britanya li Hewlêrin û perwerdeya pêşmergeyan de rolek baş dileyzin.Di civîna serokwezîr Barzani û wezîrê bergirya Britanya Fallon de behsa operasyona Musilê hatiye kirin û herweha li ser pêdiviyên pêşmergeyan hatiye sekinadin.Hate zanin ku behsa prosesa piştî azadkirina Musilê hatiye kirin û di vê derbarê de behsa helwesta û daxwazên kurda hatiye kirin.Herweha piştî vê hevdîtinê Fallon ji aliyê serokê Kurdistanê ve tê pêşwazikirin.
Pêş
04/06/2026
Mesrûr Barzanî: Em dixwazin pêwendiyên xwe bi Iraqê re baştir bikin
04/06/2026
“Çekê Pêşmergeyan dîrok, fedakarî û rûmet e”
Têkildar
Balkêş e ?
Close


