Polîtîk

16ê Nîsanê kurd bêjin çi?

Li Tirkiye  pêvajoya referandumê bi fermi destpê kir. Serokkomar biryara parlementoyê ya di derbarê guhertina destûrê de erê kir û heweha dezgehê bilind yê Hilbijartinê jî roja referandumê kifş kir.Referandum di derbarê guhertinên di destûrê de çêdibê ye. Ev guhertina Sistema îdarî ya Tirkiye jî li gel xwe tine. Dê referandumê de xelk yan bêjin Na û vê guhertinê red bikin, yan jî bêjin Erê û vê guhertinê bipejirînin.Li Tirkiye û Kurdistana Bakur dengdana ji bo referandumê 16ê meha Nîsanê de çêdibe. Di destûrê de guhertinên çêdibin tiştekî ji bo kurda nayne. Lê her di destûra berê de jî tiştek ji bo kurda tunebû.Niha li vê derê pirs ewe ku ka gelo dê kurd dengê xwe çewe bidin.Kurd bêjin Na, tu berjewandiya wan di Na de tuneye. Bêjin Erê, tu berjewendiya wan di Erê de jî tuneye.Pirsek heye ku bi awayên cuda tê şirove kirin. Sistema niha ya Tirkiye tiştek ji bo kurda neaniye pêş. Kurd her di vê sistemê de bûne qurbanî. Sistema niha yanî cumhuriyeta Tirkiye li ser inkara û îmha kurda hatiye avakirin.Sistema nû de jî ya ku bi dengên Erê bikeve rojevê de tu tiştek taybet ji bo kurda negotiye. Lê dixweyê ku li vê derê piraniya mezin ya kurda, dê ne ji bo berjewendiyên xwe deng bidin. AKP  dema behsa guhertina destûrê dikir gotinek ya Erdogan hebû ku di hilbijartinan de gelek cara ew yek dihat rojevê.Digota Tişta ku Tirka, Kurda û aliyên din yên etnîk bigihînê hev hemwelatiya Tirkiyeye. Herweha hinek gotinen din ku kurda bi awayekî bikaribiye berjewendiyên xwe di tê de bibînin dihata rojevê. Lê Piştî hevalbendiya MHP hatî kirin ev yek hemû ji holê rabûn.Kurdên bêjin Na giranî girêdayê propaganda HDP dê bêjin Na. Gelek hindek mimkine ji % 4-5 jî ji propaganda CHP li Kurdistanê bêjin Na.Wek din bandora aliyên din ku propaganda Na dikin li Kurdistanê zêde çênabe.Kuredên bêjin Erê jî piranî ji bo AKP û Erdogan wê dengê xwe bidin. Wek din li Kurdistanê ji %1 belkî kêmtir jî ji bo propaganda MHP dê bêjin Erê. Lê hinek kurd jî ji derê AKP û MHPê ji bo dijitiya sistema berê dê bêjin Erê.Bi awayek din ev referandum dikare bibe wek provayek ya rewşa partiya di parlementoyê de jî.Hinek aliyên kurda didin xûyakirin ku, divê kurd ji bo berjewendiyên tevbigerin. Na yan jî Erê tu berjewendiya kurda lê tuneye. Ya baş ewe ku bi awayekî ev  referandum bê boykot kirin.Gelek girînge ku kurd di vê referandumê de mesajekî bidin AKPê û HDPê jî. Eger li Bakurê Kurdistanê rijeya çûyina li ser sendoqa kêm be, ev dibe dê kurd bi vê yekê mesajekî bidin AKPê û guhertinên hun dikin , hun kurda berçav nagirin. Em bi tu awayî xwe di vê destûra nû de nabînin.Herweha dê mesaja wan ji bo HDPê jî ew be ku, hun nej i bo kurda kar dikin û di siyaseta we de tu feyda Kurda tûneye.Bê guman di propagandeyan de her aliyê dê sedemên daxwaziyên xwe bêjin. Cureyê propaganda jî dikare bandorekî li belavbûna dengê kurda bike. Nûçe/analîz 

Back to top button