Dosya
Li Silêmaniyê kuştîyek û birîndar hene
Li gora kifşkirina fermangeha tendiristîyê ya bajêrê Silêmanîyê, heta niha 21 kes di van xwepêşandanan de birîndar bûne û weha jî hat gotin, ku kesek jî hatiye kujtin.kesekî jî jiyana ji dest daye.
Rêvebirê fermangeha tendiristîyê ya bajêrê Silêmanîyê Dr. Rêkewt Heme Reşîd di vê derbarê de ji PNA re da xuyakirin, ku di xwepêşandanên îroj de 5 polîs û 16 xwepêşander birîndar bûne.
Di derbarê çawanîya birîndarbûna van kesan de Dr. Rêkewt HemeReşîd got, ku ew bi dar, kevir û fîşekan birîndar bûne.
Kesekî dinê ku nexwezt navê xwe aşkira bike ji PNA re da xuyakirin, ku li cadeya Xaneqa xwepêşanderek hatiye kuştin.
Nûçe:Nebez Muhemmed / Silêmanîyê