Hêzên zêrevanî ji Silêmaniyê vegeriyan
Di çend rojên derbasbûyî de xwepêşandan li bajarê Silêmanîyê çê bûn û xwepêşanderan êrîşî ser liqa PDK-ê li Silêmanîyê kirin û berd û kevir avêtin liqa 4-ê PDK û kirdarên dijwarîyê di navbera hêzên ewledarîyê û xwepêşanderan de çê bûn.
Di xwepêşandanên roja pêncşembê de kirdarên dijwarîyê çê bûn û teqekirin jî çê bû û di encam de kesek ê binavê Rêjwan Muhemd hat kuştin û nêzîkî 56 kesan jî birîndar bûn.
Niha jî biryar hatiye dan, ku hêzên zêrevanîyê li bajarê Silêmanîyê bên vekişandin û ew ber bi baregehên xwe yên berê ve vegerin.
Wezîrê pêşmergeyê hukûmeta herêma Kurdistan Cefer Mistefa Elî di bêjedaneka rojnamevanî de got: Niha ewledarîya bajarê Silêmanîyê
ber bi başbûnê ve diçe û ji ber wê çendê me biryar da, ku em hêzên pêşmergeyên zêrevanîyê Silêmanîyê bi cih bihêlin û vegerînin cihên xwe û niha dest bi vekişandina van hêzan hat kirin.