Nûnerê êzidiyan li parlamentoya Kurdistanê dibêje ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi berdewamî zarokan ji devera Şingalê direvîne û dibe Qendîl û devrên din û heta niha wê partyê hijmareke zêde ya zarokan revandine.Şêx Şamê serokê Centerê Lalişê û endamê parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji malpera Hewlêrê re dibêje:- PKKê li Şingalê û deverên di bin destê wê de zarokan direvîne û dibe deverên xwe, malbatên zarokên revandî ji tirsa PKKê newêrin behis bikin. PKK, bi taybetî, ciwan û zarokan ji kampan direvîne û dibe Qendîlê.Şamo dibêje ku ew, weke centerê Lalişê dixwazin xelkê xwe li ser van reftarên kirêt û qirêj yên PKKê haydar bikin jiber ku ev yek li ser civaka êzidiyan xeterek mezine.
Pêş
02/06/2026
Koçber vedigerin
02/06/2026
Ji min pêve kesek behsa Ocalan nake..!
Têkildar
Balkêş e ?
Close


