DosyaNivîsar

PKK divê rêzê li hikumranîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigire

Rojevakurd pirsî:Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi alîkariya hikûmeta Îraqê û hin aliyên din hewil dide Şingalê ji başûrê Kurdistanê veqetîne û weke kantonek ser bi Îraqê ve îlan bike. Ji aliyê din, hûkumeta Herêma Kurdistanê û hin aliyen din jî hebûna PKKê li Şingalê qebûl nakin û dixwazin PKK ji wê deverê derkeve.Gelo dîtina we li ser vê pirsê çiye? Hûn man û neman, hebûn û nebûna PKKê li Şingalê çawa dinirxînin?Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik bersiva pirsa Rojevakurd dide û dibêje: Şingal jî, her bajarekî  Kurdistanê jî  helbete  di  bin hikumranîya Dewleta Kurdistanê de divê hemû mafên xwe yên rêveberîya herêmî  hebe. Lê şiklê vê rêveberîya herêmî  bi îradeya niştecîyên bajêr û Hikûmeta Kurdistanê dikare bê tesbît kirin PKK divê rêzê  li hikumranîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigireŞingal beşeke ji başûrê Kurdistanê. Nuha jî di bin desthilatdarîya Hikûmeta başûrê Kurdistanê de ye.Şingal bajerekî  mezin  yên xuşk û biryên me yên  Kurdên Êzidî ye. Piştî DAIŞê Şingal dagir kir; birîneke kûr di dilê hemû miletê Kurd de vebû.Bi berxwedan û şehadeta  pêşmergeyên qehreman Şingal ji destê DAIŞê  hate rizgar kirin.Hikûmeta Herêma Kurdistanê nuha jî divê bi bernameyeke taybet birîna Şingalê  bipêçe.Lê ev pêwîstî, bi tu awayî divê rê nede tu plan û startejîyên dijminên gelê Kurdistanê ku, Şingalê ji başûrê Kurdistanê cuda bike.Şingal jî, her bajarekî  Kurdistanê jî  helbete  di  bin hikumranîya Dewleta Kurdistanê de divê hemû mafên xwe yên rêveberîya herêmî  hebe. Lê şiklê vê rêveberîya herêmî  bi îradeya niştecîyên bajêr û Hikûmeta Kurdistanê dikare bê tesbît kirin; ne ku her bajakrekî  bikin ‘’dewleteke serbixwe’’ yan jî bajaran bi Bexdayê ve girê bidin.PKK jî, her hêzeke çakdar jî, divê rêzê li hikumranîya Hikumeta Herêma Kurdistanê bigirin.Peywendîyên YPŞ ya girêdayî PKKê, yên bi Heşdî Şehbî  re,  li dijî îradeya Hikûmeta  Herêma Kurdistanê ye. Û dê ji planên xêrnexwazan re  rê xweştir bike . PKK heger ji bo alîkarîya gelê me yê Şingalê hatibe, nuha jî divê li ser daxwaza Hikûmeta  Herêma Kurdistanê ji wê derê vekişe. Mafê PKKê tune ye ku, li Şingalê  sergêjî û astengîyan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re derbixe. 04.02.2017Mustafa ÖzçelikSerokê Giştî yê PAKê

Back to top button