Encumena Niştîmanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji alîyê Wezareta Derve ya Neteweyên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve hat vexwandin. Ligor zanyarîyên ku heftenameya Basê ji rayedarên ENKS bi dest xistine; ENKS dê di dawîya meha Sibatê de biçe Washingtonê û li wê derê bi rayedarên Wezareta Derve yê DYAyê bicive. Ji ENKSê kî dê beşdarî civîna li Washingtonê dibe, ne dîyar e. Lê tê destnîşan kirin ku endamên ENKSê yên ku beşdarî civîna Astanayê bûne,dê biçin Washingtonê. Liser mijarên civînê dihêt çaverê kirin ku şandeya ENKS û rayederên Amerîka liser mijarên hevdîtinên Astana û Cenevreyê (ku di 20 Sibatê de bê li dar xistin), kêşeyên kurdan û bûyerên dawîyên Sûriyê bicivin. Herwiha piştevanîkirin Pêşmergeyên Roj û avakirina herêmên ewle jî di rojeva wan de ye.Li alîyê din di nava hefteyê de ENKS bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civîya. Herwiha wan civîna Astana, amadekarîyên bo danûstandinên Cenêvê, rewşa kurdan li rojavayê Kurdistanê,rahênerîya Pêşmergeyên Roj ji alîyê koalîsyona navneteweyî gotûbêj kirine. Li alîyê din Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di nava heftê de pêşwazîya Roberta Pinotti Wezîra Berevanîya Îtalya û şandekî digel wî kir. Dihêt zanîn Îtalyayê dest bi rahênerîya Pêşmergeyên Roj ê jin kirîye. Herwiha Îtalya dê çek û taqemenîyan jî bo Pêşmergeyên Roj bihinêre.Amerîka piştavanîya Pêşmergeyên Roj bike Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneka xwe de ragihandibû û ji berpirsên Amerîkayê xwastibû li Sûriyê di şerê DAIŞê de bi hêzên pêşmerge yên rojavayê Kurdistanê re kar bikin. Çimkî ew hêz tekane hêza bi bandor û pirralî ye û dikare alozîya sîyasî ya li wê deverê vemirîne û alîyên sîyasî nêzîkî hev bike. Pêşmergeyên Rojava ku bi navê “Pêşmergeyên Roj” dihêne nasîn, li başûrê Kurdistane hatine perwerde kirin û ji destpêka şerê DAIŞê cihê xwe di sengerên şer de girtine. Ligor zanyarîyên Basê ji çavkanîyên bi ser Pêşmergeyên Roj standine hejmara Pêşmergeyên Roj nêzî 8 hezar kesî ye û piştî rahênerîyê dê hejmara wan zêdetir bibe. Lê xuya ye ku bangwazî û dîplomasîya Herêma KurdistanêDYA jî anî ser xetê. Çimkî ENKS ragihand ku Hevpeymanîya Navneteweyî Pêşmergeyên Roj perwerde bikin. Endamên ENKSê ji rojnameya Heftanameya Basê re ragihandin ku li Amerîkayê derbarê Pêşmegeryên Roj de bi hûrgilî biaxivin. ENKS hewl dide ku hejmara Pêşmergeyan ji 8 hezaran dê bike 15 hezar.Ji alîyê din vê di heman demê de du rûdanên girîng pêk hatin. Serokê DYAyê Donald Trump jibo Rex Tillerson wekî Wezîrê Derve yê DYAyê tayin kir. Rex Tillerson wekî dostê nêzîk ê kurdan dihête zanîn.Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê mala her kurdekî yeDi nava hefteyê de li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazîya Serokê Encumena Kurdên Sûriye û Sekreter û Nûnerên Partîyên sîyasîyên nav Encumena Kurdên Sûriye kir. Malpera fermî ya Serokatîya Herêma Kurdistanê derbarê civînê de daxûyand ku li hevdîtinê deguftugo liser civîna Astana ya li welatê Qazaxistanê û helwêsta alîyên beşdarbûyî yên wan di derbarê paşeroja Sûriye de kir. Serok Barzanî pêzanînên xwe yên helwêst û xweragirîya partîyên sîyasî yên nav ENKSê nîşan da û tekez li wê yekê kir ku biryar û paşaroja kurdan li Sûriye di destê wan de ye û dibe ku wan menheceka rast heye û liser berjewendîyên neteweyî yên gelê kurd hengavan diavêjin. Barzanî ew yek jî xiste rû ku bi hemû şîyanekê ve dê palpiştîya daxwaz û mafên gelê kurd li Sûriye bike û Herêma Kurdistanê jî wekî mal û piştevanê xuşk û birayên kurdan li Sûriye dimîne.Nurî Brîmo: Pêşmerge dê derbasî Rojava bibinNurî Brîmo Endamê Mekteba Sîyasî ya Partîya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDKS) ji Basê re aşkere kir ku hevpeymannîya navneteweyî bo rahênana Pêşmergeyên Roj planek dana ye û niha bi hezaran pêşmerge bo şerê dijî DAIŞê dihêne perwerde kirin û ew amadekarîyê dikin da ku derbasî Rojava bibin. Brîmo di berdewamîya axaftina xwe da destnîşanî bi civîna ENKSê ya ligel Mesûd Barzanî jî kir û da rave kir ku Barzanî piştevanîya xwe bo ENKSê careke din dûpat kirîye. Brîmo nerazîbûna xwe liser daxuyanîya berpirsê TEVDEMê Aldar Xelîl anî ziman û amaje li ser wê yekê kir ku lawên kurd ê Rojava bo parastina xelkê kurd bûne pêşmerge ew dê derbasî rojavayê Kurdistanê bibin û dê Aldar Xelîl û PYD jî li wan temaşe bike. Nûnerê PYDê Aldar Xelîl di medya bi ser PKKê de aşkere kir ku eger Pêşmergeyên Roj derbasî Rojava bibin ew dê şerê wan bikin.Hawaz Egîd: ENKS bo Washingtonê hatîye vexwandinHawaz Egîd Endamê ENKSê derbarê Pêşmergeyên Roj de ji Basê re axivî û dîyar kir ku Pêşmergeyên Roj di destpêkê de ji kesayetên kurd ên Sûriyê ku di nav leşkerên rejîmê de bûn, dûr ketin. Piştre biryar standin bi bangeka leşkerî beramberîya welatîyên Sûriyê bikin. Di dawîyê de ji leşkerên rejîmê qût bûn û gihaştin Kurdistana Iraqê û bûn bingeha avakirina Pêşmegeyên Roj. Hevpeymanîya navneteweyî jî niha piştevanîya wan dike. Herwiha Amerîka piştevanîya xwe dê bidomîne. Bi rojanê jî hejmara Pêşmergeyên Roj zêde dibe.Egîd derbarê vexwandina ENKSê ji alîyê DYAyê û mijaran de zanyarî dan û aşkere kir ku têkilîyên ENKS û Wezareta Derve ya Amerîka berdewam e û ti carî qût nebûne. Wezareta Derve ya Amerîka, ENKSê vexwand. Kesên ku ji ENKSê beşdarî civînê dibin, dê di dawîya vê mehê dîyar bibe. Di civînê de dê liser du xalên serekê bê sekinandin. Liser bûyerên ku li Sûriyê û herêm û bajarên kurdî çê dibin, dê bê rawestandin. Herwiha di di civînê de liser Pêşmergeyên Roj dê goftûgû bihêne kirin û nêrin û rengê rêveberîya Amerîkayê jî dê bê zanîn.