Serokwezîrê Îsrail Benjamin Netanyahu serdana Britanya dike û li serokwezîrê vî welatî dicive.Herdu welat dixwazin pêwendiyên xwe di aliyê ekonomik, teknikî û siyasî pêşvetir bibin.Serikwezîra Britanya Theresa Mary May  di derbarê serdana Netanyahu de got: Armanca vê serdanê pêşxistina peyvendiyên aborî yên di navbera her du welat û derketina Brîtanya ya ji Yekitiya Ewropayê de ye.Ji aliyê din berî Netanyahu ji Israil rêbikeve di derbarê serdana xwe ya Britanya de got: Armanca herî giring a vê serdana Brîtanya û herwaha hevdîtina li gel Trump a di vê mehê de, peyvendiyên sê alî di navbera serokan de ji bo li hember ,hêrs û kîn û destverdanên taybet’’ ên Îranê û diyar kirina sînor û çarçoveyekê bo Îranê ye.Berdewamiya gotina xwe serokwezîrê Îsrail da xuyakirin ku; Îran dixwaze bi kîn û zêdegaviyên ne yasayî ve sînor û kiryarên hikûmetên nû yên Brîtanya û Amerîkayê bi ceribîne. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: