PKKê pêşmergeyek revand!êê piştre?
PKKê pêşmergeyek revand!Li gora nûçeya Rudawê: Fermandeyê Lîwa Heftemîn a Hêzên Pêşmerge Arîf Yasîn ji Rûdawê re ragihand ku gerîlayên PKKê îro derdora seat 11.00ê li gundê Zargelî yê bi ser nahiya Werteyê ve gerîlayên PKKê li navçeya Rewanduz a Hewlêrê Berdevekê Lîwa Heftemîn a Hêzên Pêşmerge Elî Wisû revandine.Arîf Yasîn diyar kir ku ji bo berdana Elî Wisû ew bi PKKê re ketine peywendiyan û got:“PKK naxwazî wî serbest berde. Heger heta sibê wî serbest ne berdin em dê helwesta xwe nîşan bidin.”PKK li Kurdistana Başûr ji bo peravaksyona di rêya serxwebûna Kurdistanê de peyda bike her tiştekî dike. PKK li Başûr li gel tevgera Goran destê xirab yê Îranêye. Gerilayên PKKê ji berî niha jî li devera Şingalê du karmendên hukumeta Kurdistanê revandin û kuştin.PKK li gelek deverên Kurdistanê nahêle gund bêne avakirin, tedariyê li xelkê dike. Heta radeyekî gelek kes ji bo serdanekî jî nikarin herin hindek gundan ji ber ku gundên wan li devera PKK desthilate dimîne.PKK li Başûr, bêşê ji xelkê distine. Piraniya karmend û karsazên Bakur li Başûr kar dikin mecbûr dibin maddî alikariya PKKê dikin. Yanî di bin tirsê de pera didin PKKê.Ew kesên êrîşê dibin ser baregehên PDKê weneyên Ocalan û alayên PKKê bilind dikin.Di malpera fermî ya PKKê Lêkolinê de,Ozgur Bilge di nivîsek ya xwe de dibêje: Bi sala, hezar sale Tirkên ku komkujiya kurda dikin çikas dostê kurd û Kurdistanî bin; Barzani û KDP jî ewkas dostê kurd û Kurdistanê ye..Em vê dibêjin… http://www.lekolin.org/1463-Ozgur-Bilge-Kurt-dusmani-TC-Kurdistan-kurtaricisi-PKK-isgalci-mi-ey-Barzani.htmlDi rastiya xwe de tiştên PKKê li Başûr dike herkes dizane û PDK û dezgehên asayişa Kurdistanê ji herkesekî behtir dizane.Gelo ev bê dengî ji bo çiye? Eger kesek bikaribe bersiva vê bide , dê gelek babet bêne zelal kirin. Belkê hingê hêdî kesek gazinda ji kiryarên PKKê li Başûr nekê.PKK wek gelek cara vê carê jî siyaseta serokê Kurdistanê “ ya hêdî şerê birakujî çênabe“ gelek bi zanebûn istiklal dike û dest xirabiya dike. Revandina pêşmergeyekî tawanek mezine , kuştina karmendên hukumetê tawanên mezinin.Li vê derê pirsek derdikevê holê, gelo ne erkê hukumeta Kurdistanêye hemwelatiyên xwe biparêze? Ji aliyê din şerê li dijê terora PKKê nabe şerê birakujî. Di bingehê xwe de PKK li dijê hemû Kurda bi cureyên cuda şer dike.Heta ev siyaseta PKKê ji aliyê hinek Kurdan ve neyê dîtin, heta ew kompleksa hinek siyasî û rewşenbîra li himber PKKê hebê, dê PKK provakayona bike û derewên xwe wek rastiyekî pêşkêşê xelkê bike. Di bingehê xwe ji PKKê gelek tir ev aliyên bê helwest tawanbarin.Ew aliyên behsa şerê “birakujiyê “ dikin, îro ji bo kiryarên PKKê li Başûr bê dengin. Li himber heyina PKKê li Şingalê bê dengin. Sibe dema li himber PKKê zor bê karanin wê cardin dengê xwe yê sexte bilind bikin û behsa şerê “birakujiyê “ bikin.Gotinek kurdî heye; “ şêva tarî ji êvarî kifşe“ Tişta ku li Şingalê û hinek deverên din yên Kurdistana Başûr rûbidin ji nihave kifşe.Li Başûrê Kurdistanê xelkek tenê ji bo dijê PDKê ne pişgiriya PKKê dikin. Ew kîna di dilê hinek aliyan de dibe sedemê çewtiyên siyasî.PKKê ziyniyeta gelek insanên ku ne heval û alîgirên PKKê ne dagir kiriye. Hemû bûyeran di çerçova ku PKKê ji wan re diyar kirîn de gotubêj dikin.Hinek gav îro neyên avêtin dikare sibe geleki dereng bikeve.15.1.2017Nûçe/analizN.firat