Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Konsulxaneya Japonya bi fermî li Herêma Kurdistanê hat vekirin.Îro Çarşemê 11-1-2017 di merasîmekê de Konsulxaneya Japonya bi fermî li Hewlêrê hat vekirin.Di wê merasîmê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Berpirsê Ofîsa Konsulxaneya Japonya li hewlêrê kir û destxweşî li biryara Japon bo vekirina nûneratiya welatê xwe li Hewlêrê kir û piştgiriya Hikûmet û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo kar û çalakiyên wî nîşan da.Herwiha hêvî xwest ku vekirina ofîsa Konsulxaneya Japon li Hewlêrê bibe sedema zêdetir pêşxistina pêwendiyên dualî yên di navbera Kurdistan û Japonya de di hemû waran de, bi awayekî ku di berjewendiya herdu aliyam de be.
Pêş
23/07/2026
Deriyê Nisêbîn Qamişlo dê beriya dawiya salê were vekirin.
23/07/2026
“Qanûn dê ji berî ku Parlamento bikeve betlaneya xwe were derxistin, li Tirkiyeyê serdemeke nû dê dest pê bike”
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Ozgur Ozer partiyek nû avadike…22/07/2026


