Cîhan
Rêxistina terorist a DAÎŞ êrîşa Stanbulê girt ser xwe
Rêxistina DAÎŞ berpirsiyariya êrîşa Ortakoya Stanbulê girt li ser milê xwe.Li Stanbulê êrîşa şahiya sersalê de 39 kesî jiyana xwe ji dest dabû, 65 kes jî birindar bûn.Li gora ajansa Reutersê DAÎŞ êrîşa Stanbulê girt ser xwe û di daxûyaniyekî de dibêje:“Li Stenbolê leşkerekî me 150 kes li holekê şahiya ya mûşrikan kir armanc. Çalakiyên me yên pîroz berdewam in. Leşkerekî mêrxasê Dewleta Îslamî li bajarê Stenbola Tirkiyê xaçperest kirin armanc û gule barandin û bombeyên destî karanîn. Di ancamde 150 kes hatin kuştin û birîndarkirin. Divê Tirkiyê ya xacparêz vê yekê baş bizane: Xwîna misilmanên bi firkoyên rijandî, dê bi îzna Xwedê weke agir vegere.”