Polîtîk

Kengî TEV-DEMê doza mafê Kurdî kir, em dikarin guftûgoyê bikin

Piştî ku serkrideyê TEV-DEMê Aldar Xelîl, gotibû ENKS dijminatiya wan dike û pêwist e tevlî şoreşa Rojava bibe, li ser gotina wî Nûnerê ENKSê di Desteya Bilind yê Danûstandinên opozîsyona Sûriyê de Dr. Ebdilhekîm Beşar got: “Bila TEV-DEM doza mafê Kurdî li Sûriyê bike, wê demê em dikarin bi hevre guftûgoyê bikin.”Dr. Ebdilhekîm Beşar bersiva Aldar Xelîl da û ji K24ê re got: “Aldar Xelîl endamê Komîta Navendî ya PKKê ye, ti pêwendiya wî bi Rojavayê Kurdistanê û partiyên wê ve re ye? Aldar Xelîl di sala 2011an de bixwe wiha xwe bi min da nasîn, ez pirs dikim, çi pêwendiya Aldar bi ENKS û PYD ve heye?”Serkirdeyê TEV-DEMê Aldar Xelîl li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, di 14emîn Kongreya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê (PÇK-S) de gotibû, ENKS dijminatiya wan dike û pêwist e tevlî şoreşa Rojava bibe.Beşar got jî: “Bila PYDê xwe bide naskirin, ka çi dixwaze? Em doza çareserkirina pirsa Kurd li Kurdistana Sûriyê dikin, em doza mafê miletê Kurd li Sûriyê dikin. PYD doza netewa demokratîk dike, kengî PYD bibêje ez partiyeke Kurdî me û ez doza mafê gelê Kurd li Sûriyê dikim, wê demê em dikarin bi hev re guftûgoyê bikin.”Beşar amaje bi rêkeftinên Hewlêr 1 û 2 û Dihokê kir û got: “Ji bo me Hewlêr 1 û 2 û Dihok nemaye, ji ber ku PYD û TEV-DEMê îsbat kirin ku nikarin hevpariyê bi tevgera Kurdî re bikin. ji aliyekî din ve jî ew ji rêza Kurdî derketine.”Beşar got jî: “Me hewl da bi riya rêkeftinên ku bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî birêve çûbûn, wan vegerînin nava rêza Kurdî, lê wan nekir.”K24

Back to top button