Civak

Bîranina du fermandarên pêşmerge

HEREKETA AZADÎ,PAK,PAKURD,PDK BAKUR, PSK li gel  Sebahattîn Korkmaz, Fûad Onen û Ahmed Kasimoglu  yê nûnerên malbata Çurukkaya, şehîdên Kurdistanê Seîd Çurukkaya û  Resûl Mihemedzade li Amedê  bibîr tînin .Ji bo vê bibîranînê Komîsyona Amedekarîyê hatîye danîn. VEXWENDİN Jİ BO MERASİMA BÎRANÎNÊ!Bi şîara “ji bîrkirin mirin e, bîranîn wefadari ye”, em lehengên azadî û serxwebûna Kurdistanê General Dr. Seîd û Resûl Mihemedzade bi bîrtînin.Lawê Bakûr Dr. Seîd û lawê Rojhilat (Peşmergeyê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê) Resûl Mihemedzade, roja ku hovên Daîşê hêrîşî Şengalê kirin û li ser Başûr metirsî çêbû, her tiştî li dû xwe hiştin û wekî Fermandarê Pêşmergên Xwebexş di sengerê herî pêş de bi birayên xwe pêşmergên qehreman re mil bi mil welatê xwe parastin.Wan bi baweriyeke bilind, serberzî û îradeyeke pola ji bo azadî û serxwebûn Kurdistan xwe fedakirin. Weke bext û wijdanê mirovatiyê em heta heta deyndarê wan in. Em tu carî wan ji bîrnakin û nadin ji bîrkirin.Bi vê munasebetê em ê roja 24/12.2016 di siet 14:00’an li Diyarbekir, li Hotêla Lîlûzê li gor bernameya li jêr merasimekî kîtlewî ya yadkirinê pêkbînin.Hemû mirovperwerên Kurdistanê vexwendiyê me ne.Bernama Yadkirinê:1.Di destpêka merasimê de deqeyek rêzgirtin û xwendina sirûda netewî Ey Raqîb.

  1. Bi xêrhatin û danasandina mêvanên dezgeyî, (partî, komele ûwd)
  2. Li ser navê Komîsyona amadekariyê axaftina kesekî
  3. Li ser jiyan û têkoşeriya General Dr. Seîd temaşekirina vîdyo-sînevîzyon û danasîna Resûl Mihemedzade,
  4. Kurte axaftinên dezgeh û layenên siyasî (ji Başûr, Rojhilat, Rojava, li ser navê Hevkariya Hereketa Azadî, PAK, PAKURD, PSK, PDK-Bakur)
  5. Li ser navê malbata General Dr. Seîd axaftina kesekî,
  6. Axaftina dawî û girtin.

Komîsyona Amadekariyê

Back to top button