
23’ê BerfanbarDi sala 1979’an û di rojekî wekê îroyê de Yekîtiya Sovyetan Afganîstanê dagir kir.Yekîtiya Sovyetan di dema dagirkeriyê Afganîstanê de di bin kontrola xwe de rêvebereiyekî sosyalîst damezrand.Hêzên mahalli yên Afganê li dijî vê yekê sekinand. Bi piştgiriya hêzên Rojavayê li dijî Yekîtiya Sovyetan destpê şerê çekdariyê kirin û hêzên Afgan di vê şerên giranê de li gelek herêman desthilatdar bûn.Ev şerê giran qeyranê rewşa aboriya Yekîtiya Sovyetan kûrtir kir û ji belavbûna Yekîtiya Sovyetan bingehek bibandor avakir.Vekişandina leşkerên Yekîtiya Sovyetan di 15’ê Gulana sala 1989’an de destpêkir. Ji ber wendahiyên giran di 15’ê Rêşemiya 1989’an de jî bi fermana Mîhaîl Gorbaçov şer bi dawî bû.Piştî şerê Afgan û Sovyetan, hêzên Yekîtiya Sovyetan li Afganîstanê 14.453 leşkerên xwe û 451 balafirên Yekîtiya Sovyetan winda bûn