Xelk ji Tirsa PKKê venagerin malên xwe
Rêveberê Nahiyeya Sinûnê Nayif Seydo dibêje, şandeke Amerîkî serdana navçeya wan kir û ew şand ji binpêkirinên PKKê hat agahdarkirin.Nayif Seydo ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha 8 hezar koçberên Sinûnê vegeriyane ser mal û halê xwe. Helbet xelk bi temamî venegeriyane û sedema wê yekê jî ew e ku ditirsin PKKê zarokên wan birevînin.”Seydo wiha got: “Şandek ji Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê serdana nahiyeya Sinûnê kir û ji rewşa navçeyê hat agahdarkirin. Me ji wan re pirsa avakirina navçeyê û budce ji wan re şirove kir û me ji wan re got ku Bexda ti pereyan nade me.”Nayif Seydo wiha domand: “Derbarê nevegera xelkê bo ser malên xwe me ji şanda Amerîka re got ku sedem PKKê ye ku bi otomobîlên bê tablo digerin û xelkê direvînin û tevliheviyê çêdikin û hebûna wan li navçeyê nedestûrî ye û wê şandê bi temamî têbîniyên me tomar kir.”