Piraniya cara dema bûyerek rû dide di medyayê de wek nûçeyekî derbas dibe. Lê gelo encama wê bûyerê çîye? çi bandorê li ser civakê dike? piraniya caran nayê nirxandin.Ji berî çendekî çalakiyek xwe kujî li Stanbulê çêbû. Doh jî çalakiyek xwe kujî li Qeyseriyê çêbû. Gelo armanca van çalakiyên ku ji aliyê PKKê ve têne kirin çiye? Mixabin ev çalakî li ser navê kurda têne kirin. Her çalakiyek dijminetiyek mezin têxe di nava kurda û Tirka de. Ji ber ku gelek alî vê bi zanebûn kartînin.Ev tê wê wateyê ku siyaseta HDPê ya biratiya gelan cardin di çalakiyên wan de tê pûç kirin. Li tu derê cîhanê kesekî neditiye ku , mirov siyasetekî biafrine û pişre jî ji bo têkbirina wê siyasetê çalakiya bike.Piştî her bûyerê berpirsên dewletê heman peyama didin. Hinek aliyên siyasî bi zanebûn kesayeta PKKê de dijminetiya miletê kurd dike.Piştî her bûyerê herêmên qedexe kirî tîne ragihandin û operasyon çêdibin. Jiyana xelkê herêmê ya rojane têkdiçe.Di rastiya xwe de yê zererê dibînê kurd bi xwe ne. Lê ev ne di xema keseki de ye. HDP jî van çalakiyên ku ji aliyê PKKê ve têne organize kirin bi tundî şermezar dike. Nabê, kesek bawer nake. Li himber van çalakiyan nijadperestên Tirk êrîşê kurda dikin. Gencê kurda dikujin.Gelek cara hinek aliyên Tirka êrîşê nawendên HDPê dikin û dişewitînin.Îro hemû parlementerên HDPê bi tohmeta pişgiriya PKK û endemetiya wan di girtigehan de ne.Heta kurd, aliyên siyasî hemû vê leyiztikê nebînin, dewletê û PKKê vekirî nenirxînin û rastiya jê bawerin bi awayek zelal nebêjin. Her dê pêşiya me tarîbe.Li Bakurê Kurdistanê wekqada şere.Bê ewlehiyek mezin heye. Destê kesekî li karê wan nagere. Xelk bê hêvî maye. Rewşa awarte bandorê li jiyana rojane dike. Heta radeyekî çalakiyên aşitiyana piranî têne qedexekirin.Kurt kurmancî kurd di navbera siyaseta dewletê û PKKê de diperçikin û ber linga diçin.Nûçe/analîz…N.Firat