Polîtîk

DAÎŞ ji bo serê keça pêşmerge milyonek dolar xelat danî

Li gor nûçeyeka Basnews, rêxistina terorîst a DAIŞê ji bo kuştina keçeke kurd a Pêşmerge yek milyon dolar pare wek xelat diyar kir, ku ew keça kurd li Danîrmakayê ve ji bo li dijî DAIŞê şer bike vegeriyaye Kurdistanê.Keça kurd a bi navê Ciwana Palanî 23 saliye û ji sala 2014ê ve vegeriyaye Kurdistanê û li başûr û rojavayê Kurdistanê beşdarî şerê dijî DAIŞê bûye. Naha jî vegeriyaye Danîmarkayê û li gorî zagonên Danîmarkayê tê tometbarkirin ji ber li dervey welat beşdarî şerê hêzên çekdarî bûye û . Li gor nûçeya rojnameya Berlinsk a Danîmarkayê egerê zîndanîbûna wê ya bo şeş mehan heye, li gel jê standina pasaport û qedexekirina geşt bo dervey welat.Keça kurd a bi navê Ciwana Palanî piştî êrîşên DAIŞê yên li ser Kurdistanê, jiyana xwe ya li Ewropayê bi cîh hêla û bû Pêşmerge.Li gor heman rojnameyê bav û bapîrê Palanî destê wan di vê yekê de hebûye ku keça wan biçe Kurdistanê û beşdarî şerê dijî DAIŞê bike.Ji aliyê xwe ve berî naha Ciwana di hevpeyvînekî li gel Newyork Post a Amerîkayê de gotibû kuştina çekdarên DAIŞê pir asane, ji ber ew bi asanî xwe dikin qurban.Herwaha Palanî gotibû, li sala 2014ê de ji ber şerê DAIŞê xwendina zankoyê li Danîmarkayê hiştiye û vegeriyaye Kurdistanê, piştî şeş mehan li dijî DAIŞê wek Pêşmerge dest bi şer kiriye.Ji aliyê din ve ew keça kurd a tekoşer, li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê nav û bangê wê yê navnetewî belavbûye û ketiye bin gefa DAIŞê.Çapemeniya ereb duh 17.12.2016ê belav kirin ku rêxistina terorîst a DAIŞê ji bo kuştina wê keça kurd a Pêşmerge xelatê yek milyon dolar pare diyar kiriye ku wê keça kurd a bi navê Ciwana Palanî bi kujê. 

Back to top button