Polîtîk

Li Kurdistana Rojava roja ala Kurdistanê hat pîrozkirin

 Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji li pêş bargeha xwe seknek li darxist û Ala Kurdistanê bi başdariya cemawerekî mezîn pîroz kirin.Di Roja Ala Kurdistanê de, li bajarê Qmaişlo yê Rojavayê Kurdistanê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin.ENKS li pêş navend xwe li wî bajarî bi cil û rengên Kurdî mîtîngek lidar xist. Vê carê ti alozî dernektin û merasîma Roja Ala Kurdistanê bi aramî birêve çû.Li aliyekî din Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriyê (PDK-S) bi ahengeke taybet Roja Ala Kurdistanê pîroz kir û hejmareke mezin ji xelkê bajarê Qamişlo tê de beşdar bûn.Xelkê Rojavayê Kurdistanê li avahî û banên xaniyên xwe al çikandin û mezintirîn al ji aliyê rêxistina jin û ciwanên partiya YEKÎTÎ ve hat bilind kirin. Jineke Kurd ev çar meh in hevjînê wê di zindanên Rêveberiya Xweser de ye Roja Ala Kurdistanê li wî pîroz kir.Îsal cuda bû ji sala derbasbûyî, kêf û xweşî li ser rûyê welatiyên Rojavayê Kurdistanê ye, ji ber ku îsal di Roja Ala Kurdistanê de ti êrîş li dijî wan pêk nehat û hemû kes bi awayekî cur bi cur ala neteweyî ya Kurdan pîroz kirin. 

Back to top button