Li bajarê Efrînê yê Kurdistana Rojava, du endamên PDKSê ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin. Ofîsa Partiya Demokrata Kurdistana Sûriye (PDKS) li Efrînê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku, şeva borî li gundê Dêrsiwanê hêzên asayişa PYDê li ser mala endamê PDKSê Mistefa Selîm Hisên de girtin û ew revandin. Herwiha li gor daxuyaniyê, ku hêzên asayişa li navçeya Reco endamê heman partiyê û endamê Komela Buhar ya xêrxwaziyê Fêsel Reşîd jî binçav kirin. PDKSê amaje bi wê yekê jî kiriye, ku asayişa Efrînê li çaterêyên gundan xalên pişknînê datîne û bi hinceta erkê xweparastinê bi dehan xor û keç bi neçarî digirin û berve cihên nediyar dibin. PDKSê daxwaz ji hemû rêxistinên yasayî yên Kurdî û navdewletî û Herêma Kurdistanê kir, ku fişarê li desthilata ku li Kurdistana Sûriyê heye bikin, PYDê bi kiryarên xwe Efrîn kiriye leşkergehek, nexasim ku niha di werzê çinîna zeytûnan de bacên giran li welatiyên Efrînê distîne.
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close