Darek di destê Goranê deye her du ser agir in
Hamid Gewherî nivîskar û siyasetmedarê rojhilatê Kurdistanê di nivîseke xwe de li jêr nave (darek ku her di serên dar agir in) di rojnameya Hewlêr de weşandiye û têde behsa siyaseta şaşa Tevgera Goranê dike.Gewherî dinivîse ku Tevgera Goranê bi serokatiya Newşêrwan Mistefa piştî çend karên têkederane, di bin navê opozisyonê de, beşdarî di kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir, lê ji sedema fikra şidetxwaza serkirdeyên wê û perwerdeya nedemokrastiya endamên wê tevgerê ji aliyê Newşêrwan Mistefa ve, nekarî weke rêxistineke neteweyî û demokrasî li nav parlamento û hikûmetê de yekrêziyê biparêze û bi hevbeşî digel aliyên din, bi taybetî Partiya demokrata Kurdistanê û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê xebatê ji bi bicîanîna daxwazên neteweyî, demokrasî û abûrî bike û bersiva wan pirsgirêkên hikûmeta Îraqê û dagîrkerên Kurdistanê ji bo serokatita herêma Kurdistanê, parlamento û hikûmeta Kurdistanê ji bona jinavbirina tecrûbeya başûrê Kurdistan çêdikin, bide.- Tevgera Goran şerê DAÎŞê li dijî herêma Kurdistanê û şehîdbûna nêzîkî 1800 pêşmergeyan ji bîr kir, xebetên ji bona çareserkirina pirsa yekmilyon û heştsedehezar penaberên li Kurdistanê nedît, birîna qûtê karmendên Kurdistanê û birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê Malikî û hikûmeta wî ve li sala 2014ê weke pirseke şexsî navbera serok Mesûd Barzanî û Malkî wesif kir, xebatên diplomasîya cîhanî ji aliyê serokê herêma Kurdistanê, dabînkirina emnikyeta herêma Kurdistanê ji aliyê Ajansa ewlekariya herêma Kurdistanê û xebatên serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê û rêxistinên din ji bona serxwebûna Kurdistanê bi mizayedeya siyasî nasand.Li gor Gewherî, Newşêrwan Mistefa bi dirustî wê siyasetê birêve dibe ya ku dijmin û dagîrkerên Kurdistanê dixwazin, wî, Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê parçe kir, kodeta bi ser parlamentoyê de kir û rê neda parlamento li gor wê rêkeftina li jêr navê tewafiqê de îmza kirî parlamento dirêjiyê bi xebata xwe bide. Newşêrwan Mistefa dixwaze ji cihaê re bêje kurd nikarin xwe îdasre bikin û kurd nehêjane dewleta xwe hebe û hertim jêrdest bimîne.Nivîskar di dawiya nivîsa xwe de dinivîse ku darek di destê Tevgera Goranê de ye û her du serên dar agir in û bê guman ew dê xwe pê şewitînin.